Nuriye Gulmen: Ger êrîş bidomin em ê 24 saetan nobedê bigirin 2017-05-18 16:01:15 ENQERE - Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 71’emîn a çalakiya greva birçîbûnê de li Kolana Yukselê bûn. Gülmen, wiha got: “Ev cih bi me re bûye yek ger êrîş berewam bikin em ê 24 saetan nobedê bigirin.” Di roja 171’emîn çalakiya greva birçîbûnê ya akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça li ber Abîdeya Mafê Mirovan de daxuyanî hat dayîn. Ji ber rewşa tendirûstî ya Gulmen û Ozakça xirap bûn bi sandelyeyê tevlî piştevanên xwe yên li Kolana Yukselê ne bûn. JI SEROKOMAR RE: DAWÎ LI VÊ ZILMÊ BÎNIN Li ser navê heyeta CHP’ê Gaye Usluer axivî û wiha got: “Ji bo mirov ji rewşa Nuriye û Semîh nerihet bibe ne hecwe doktor be tenê mirova be beşe. Em bang li siyasetmedarên welat dikin. Ez bang li Serokomar ê ku hewl didie li welatên din nokta dane lê nekarî dikim: berên di dile we de ne derxînin, bavêjin, hewl bidin bibin mirov û dawî li vê zilmê bînin.” GULMEN: KOLANA YUKSELÊ BI M ERE BÛYE YEK Nuriye Gulmen, bertek nîşanî serdegirtina polîsan a her şev pêk tê da û wiha axivî: “Me vir bi keda xwe bidest xist. Heta êrîşên dawî destpêkirin em 27 caran hatin binçavkirin. Niha dixwazin qada me bidest xistiye ji me bistînin em destûr nadin vê yekê. Kolana Yukselê û Abîdeya Mafê Mirovan ji bo me girînge. Ev der bi me re bûye yek bûye mala min û Semîh. Erê ji ber divê em li malê bêhna xwe bidin nikarin hertim li vir bimînin.” ‘GER BINÇAVKIRIN BERDEWAM BIKIN EM Ê 24 SAETAN NOBEDÊ BIGIRIN’ Gulmen, destnîşan kir ku ger êrîş berdewam bikin ew ê 24 saetan nobedê bigirin û wiha axivî: “Ger wiha êrîşî vir bikin û bi îşkenceya binçavkirinan pêk bînin emê deqeyekê jî ji vir neçin. Ez banga xwedîderkatinê li her kesî dikim. Bila vir ji me cuda nebinin vir cihê berxwedanê ye divê hemû kes xwedî li Kolana Yukselê derbikevin. Ger li vir girseyek hebe em dikarin pêşiya van êrîşan bigirin.”