Dorpêça polîsan riya danûstendinê guhert! 2017-05-19 09:27:48 MÊRDÎN – Li Dêrikê ji ber dorpêça polisan welatiyên li gundan ji bo dan û standinê diçin navçeyên cuda. Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê piştî qedexeyên derketina kolanan û kuştina Qeyûm Muhammed Fatih Safiturk, gelek deverên navçeyê ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin. Ji ber vê dorpêçê rewşa esnafên navçeyê nebaş e. Polîsan bi hinceta ewlehiyê 3 riyên têketina bajêr bi barikatan girtine û destûr nadin kes derbas bibe. Ji van riyan yek kolana girtigeha kevin a ku niha bûye cihê tîmên taybet e, ya din jî Kolana Hukumet Konagı’yê ye. Her wiha ji bilî têketinên girtî, pêşiya şaredarî û avahiya muduriyeta polîsan jî bi barîkatan hatiye girtin. Ji ber ku 2 têketinên bajêr girtîne riya welatiyên li gundên derdorê dirêj dibe. Lewma welatî ji bo dan û standinê diçin navçeyên cuda. 'JI SEDÎ 30'YÊ ESNAFAN VENEGERIYAN' Serokê Odeya Esnafan yê Dêrikê Atman Elîtaş, diyar kir ku şerê çêbûyî bandorek mezin li ser esnafan kir û wiha got: "Gelek esnaf piştî şer ji navçeyê koçber bûn. Niha ji sedî 30'yê esnafan venegeriyane bajêr. Yên mayîn jî newêrin tiştek bikirin û bînin. Ji xwe gelek xwediyên dikanên ku di şer de rûxiyan zirara xwe jî nestandin. Her sal ev kolan tijî bûn, lê niha vala ne. Nîviyê welatiyên bajêr jî li derve dixebitin.” Elîtaş bang li welati û esnafan kir ku vegerin û xwedî li bajarê xwe derbikevin. 'ESNAF JI PÊŞEROJÊ BI GUMAN IN' Esnafê 43 salan Şêxmus Guneş jî dest nîşan kir ku ji bo wî sala herî bi xisar îsal e. Guneş da zanîn ku êdi welatiyên li gundan tenê ji bo karên fermî tên bajêr û wiha axivî: "Esnaf perîşan e. Ji welatiyên gundên derdor ji sedî 80 jê li Qoser, ji sedî 20 jê jî li navçeya Rihayê Wêranşarê kirîn û firotinê dikin. Kirê, fatûre, bac heye lê firotin qet tune ye. Gel jî ji bo pêşerojê bi guman e."