Parlamenter Ozturk hate binçavkirin 2017-05-19 10:02:28 STENBOL - Parlamenterê HDP'ê Bedran Ozturk li balafirgeha Ataturkê hate binçavkirin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bedran Ozturk piştî ku li Londonê vegeriya li balafirgeha Ataturkê hate binçavkirin. Hate hînbûn ku dar barê Ozturk de 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Agiriyê biryara girtinê daye û ji ber vê yekê hatiye binçavkirin. Ozturk ji bo ku îfade bide birin Edliyeya Bakirkoyê.