Hemû girtiyên li Sîncanê hatin sirgunkirin 2017-05-19 14:18:12 ENQERE - ÎHD’a Enqereyê diyar kir ku malbatên ku îro ji bo hevdîtinê çûn Girtîgeha Sîncanê bihîstîne ku girtî hatine sewqkirin û ev tişt gotin: “Hemû girtiyên zilam ên li Girtîgeha Sîncanê sewqî girtîgehên li herêma Behra Reşin hatine kirin.” ÎHD’a Enqereyê derbarê girtina endam û Nûnera Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtîgehan re Havva Ozcan de li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li darxist. Di civînê de rêvebera ÎHD’ê Sevîl Ataş axivî û diyar kir ku Ozcan a li Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Enqereyê dixebite 17’ê Gulanê dema li kolanê dimeşiya bêyî hincetek bê nîşandan ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Ataş, da zanîn ku hevdîtinên Ozcan ên li Girtîgeha Eskîşehîrê yên bi girtiyan re wekî hincet hatine nîşandin, hatiye girtin û wiha got: “Havva Ozcan bi mafê qanûnî û bi destûr hevdîtin pêk anîne girtina wê binpêkirina mafe. Di şexsê Havva Ozcan de dixwazin çavê kesên mafê mirovan diparêzin bitirsînin.” ‘SIRGÛN BINPÊKIRINÊN MAFANIN’ Ataş, anî ziman ku li gorî agahiyên ji Girtîgeha Sîncanê girtine malbatên ji bo hevdîtinê çûn girtîgehê li şûna hevdîtinê bi sewqkirinan re rû bi rû bûne û wiha axivî: “Hemû girtiyên zilam ên li Girtîgeha Sîncan sewqî girtîgehên li herêma Behra Reşin hatine kirin. Bêyî agahiyê bidin malbatan sirgûn binpêkirinên mafanin.”