Çalakiyên ji bo piştevaniya Gulmen û Ozakça 2 hefte li pey xwe hişt 2017-05-19 14:58:23 STENBOL- Çalakiyên ji bo piştevaniya Nuriye Gulmen û Sem3ih Ozakça li Kadikoyê hatibû destpêkirin 2 hefte li pey xwe hişt, çalakiya îro akademîsyen Serdar Başçetîn ê bi KHK'ê hate îxrackirin dewr girt. Nobeta ku ji bo piştevaniya akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça yên ji peywira xwe hatin avêtin li cadeya Yukselê ya Enqereyê di greva birçîbûnê de ne, li Kadikoy a Stenbolê hatiye destpêkirin di roja 15'emîn de ye. Nobeta îro akademîsyen Serdar Başçetîn ên bi KHK'ê ji karê xwe hatiye avêtin dewr girt. Başçetîn diyar kir ku Gulmen û Ozakça 192 roj in di çalakiyê de ne, 72 roj in jî di greva birçîbûnê de ne. Başçetîn da zanîn ku ew jî ji bo piştevaniyê 15 roj in di nobetê de ne û wiha axivî: "Daxwaza me ew e ku hevalên mu vegerin li ser karê xwe, bêyî ku di bedena wan de zirarek çênebe greva birçîbûnê bi dawî bibe." 'TIŞTA KU NIKARIN BI ROJ BIKIN BI ŞEV DIKIN' Başçetîn wiha berdewam kir: "Di çalakiya ku 2 gav durî Meclîsê tê kirin de agahiya serokwezîr tuneye. DEma ku agahiya wî çêbû jî li şûna daxwazÊn mirovan hîn bibe, berxwedanî bidawî bikin polîs şandin wê derê. HEma ku her şev êrîş çêdibe. Tiştên ku newêrin bi roj bikin bi şev dikin. Min bihist ku duh şevê jî êrîş kirine. Me bihist ku dayka Semîh jî binçav kirine." Başçetîn bang li rêsixtinên civakî yên isvîl kir xwest piştgiriyê bidin berxwedanê.