Li Hezexê welatiyek hat girtin 2017-05-19 17:43:39 ŞIRNEX - Mehmet Emîn Terkîn ê di 15'ê Gulanê li gundikê Elcanî yê Hezexê bi derpkirinê hatibû binçavkirin hat girtin. Li gundikê Elcanî yê gundê Bafe yê navçeya Hezexa Şirnexê di 15’ê Gulanê de leşkeran bi ser malan de girtin û welatiyên bi navê Resul Tekmenuray ê astengdar, Selahattîn Tekmenuray, Mehmet Emîn Terkîn û Mehmet Şefa Terkîn hatin binçavkirin û ji bo îfadeyê birin 23'yemîn Tumena Cendermeyan a Sînor a Şirnexê. Duh danê êvarî li Dozgeriya Şirnex îfadeyên wan hatin girtin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê her çar welatî sewqî dadgehê kirin. Dadgeha Cezayên Silhê ya Şirnexê derbarê Mehmet Emîn Terkîn de bi hinceta, "muxalefeta qanûna çekên bi agir kiriye" biryara girtinê da û her sê welatiyên din jî hatin berdan. Terkîn şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.