Nûçegîhanê Sozcu Ulu hat binçavkirin 2017-05-19 22:19:16 ÎZMÎR - Di çarçoveya lêpirsîna xebatkarên Rojnameya Sozcu de nûçegîhanê Rojnameya Sozcu yê Îzmirê Gokmen Ulu hat binçavkirin. Serdozgerê Komarê yê Stenbolê der barê xebatkarên Rojnameya Sozcu de biryara lêpirsînê da. Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî rojnameya Sozcu operasyon hate destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de ji bo xwediyê rojnameyê Burak Akbay, midûra berpirsyar a înternetê Melda Olgun, Midûra Karên Malî Yonca Kalelî û nûçegihan Gokmen Ulu biryara binçavkirinê hate derxistin. Operasyon bi sucdarkirina "li ser navê FETO sûc hatiye kirin" hat destpêkirin. Piştî biryarê Nûçegîhanê Sozcu Gokmen Ulu (40), ji aliyê polîsan ve li Îzmirê hat binçavkirin. Di operasyona serê sibê de Xwediyê rojnameyê Burak Akbay, Midûra Berpirsyar a Înternetê Melda Olgun, Midûra Karên Malî Yonca Kalelî hatibûn binçavkirin.