Koca: Divê em bi paradîgmaya Komara Demokratîk bicivin 2017-05-20 09:16:31 STENBOL - Hevberdevka TOPG’ê Perîhan Koca, ji bo çareseriya pirsgirêkên civakê balkişand ser paradigmaya Ocalan a “Komara Demokratîk” û wiha got: “Divê em bi paradîgmaya Komara Demokratîk bên cem hev. Hêzên çep, sosyalîst û şoreşger ên li Tirkiyeyê mecbûrin vê bixin bernameya xwe û dest bi avakirina wê bikin.” Hevberdevka Hewldana Partiya Azadiya Civakê (TOPG) Perîhan Koca diyar kir ku ji bo pêşengiya maxalefeta civakî ya piştÎ referandumê derketiye holê û çareseriya pirsgirêkan pêwîstî bi projeyan heye û ji bo çareseriyê bal kişand paradîkmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Komara Demokratîk”. Koca, geşedanên siyasî yên piştî referandumê nirxand û wha pêde çû: “Li qadê parçebûnek tê jiyîn. Li navenda rastê parçebûnek tê jiyîn. Li bolka çepê derizîn kûr bûye û krîz kûr dibe. Di dema nû de dê li qadê lêgerîna muxatebê siyasî bidome. Em ê di dema pêş de bi avakirina îtîfakên aliyê rastê re rû bi rû bimînin. Wekî din destpêkê CHP krîza hemû aliyê muxalif didome. CHP bi krîza rewabûnê re têdikoşe. Lê divê ev neyê jibîr kirin; îro hêzên burjuvazi, sermaye û navneteweyî li Tirkiyeyê li bingeha restorasyonê digerin. Di dema nû de dibe bi cûreyên darbeyan re rû bi rû bimînin. Divê aliyê çep ê Tirkiyeyê vê baş bixwîne.” 'DIVÊ EM HÊLÎNÊN DESTKEFTIYAN ÇÊBIKIN’ Koca, bal kişand ser eniya “Na” a di referandumê de hatine cem hev û wiha pêde çû: “Çepgir û sosyalîstên Tirkiyeyê divê aqûbeta meclîsên na’yê çawa bin. Di vê demê de daxwazên meclîsên na hêjî derbasdarin. Divê em li vir eniyên destkeftinan bi dest bixin. Ji bo pêşdeçûna Tirkiyeyê pêwîstiya aliyên çepgir û sosyalist ên Tirkiyeyê bi avakirina eniyekê heye. Di dema nû de mesela sereke eve. Divê em bi hedefek hevpar û berbiçav yanî bi paradîkmaya Komara Demokratîn bên cem hev. Hêzên çep, sosyalîst û şoreşger ên li Tirkiyeyê mecbûrin vê bixin bernameya xwe û dest bi avakirina wê bikin. Ger hedefek me ya berbiçav tune be dê valetiya çep-sosyalîst derbikeve holê. Divê em hêlînên destkeftiyan ava bikin. Dibe vegera Meclîsên Na û meclîsên gel. Bingeha vê ya polîtîk digihije. Divê em hêza na vegerînin hedefek berbiçav. Divê em hemleyek wiha bikin.” Konca, anî ziman ku berpirsyariyên îro ji xêza siyaseta polîtîk a tasfiyekirinê derketine û wiha domand: “Tiştên ku em ê di 2019’an de bikin em ê ji îro ve ava bikin. Lê divê em ji vê bihêz derkevin û vê bikin. Bi vê wateyê dema em paradigma û perspektîfa Komara Demokratîk datînin pêşiya xwe divê em daxwazên xwe yên ji bû qanûna bingehîn a Komara Demokratîk diyar bikin. Bi şêweyekî ne yê tê diyarkirin wekî yê diyar dike pêşengiya pêvajoyê bikin. Bernameya Komara Demokratîk û pêşnûmeya qanûna bingehîn ji bo me girînge.” 'JI BO ŞOREŞGERAN DERFETÊN MEZIN DERKETINE HOLÊ’ Hevserokê Partiya Şoreşger Ufuk Gollu, jî destnîşan kir ku Tirkiye ber bi faşîzmê ve diçe û wiha got: “Em dikevin pêvajoyek ku têkoşîna civakî kurdibe. Li vir ji bo şoreşgeran derfetên mezin derketine holê. Dê lêgerînên şoreşgerî û bingehên muxalif bi hêztir derbikevin holê. Valahiya piştî referandumê divê were tijekirin. Polîtîkayên CHP’ê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî hevnegirtîne.” 'KRÎZA REJÎMÊ DÊ KÛRTİR BIBE’ Gollu, anî ziman ku piştî referandumê li Tirkiyeyê siyaset ji nûve tê dîzaynkirin û wiha axivî: “Di mijara daxistina têkoşînê ya kolanan de hêzên şoreşger ne ketin bin berpirsyariyê. Krîza rejîmê ya li Tirkiyeyê dê kûrtir bibe. Li dijî vê rêxistinkirina karker, kedar, bindest û mûxalifan li pêşiya me ye. Ev peywir dikeve ser mile me.”