Gundiyên bizinên wan hatin kuştin, ji bo gilî çûn rastî lêdanê hatin 2017-05-20 09:19:36 ŞIRNEX - Welatiyên gundê Germavê yê Elkê ku leşkeran nêzî 70 bizinên wan qetil kiribûn diyar kirin ku leşker her roj bi ser malên wan de digirin û wiha gotin: “Dema em ji bo giliyê çûn dozgeriyê polîsekî em derp kirin.” Li herêma Kato Jîrka ya li navçeya Elkê ya Şirnex ku ji 18'ê Nîsanê vir ve operasyona leşkerî hatiye destpêkirin berdewam dike û li ser gundên herêmê jî zext zêdetir bûn. Welatiyên ji gundê Germavê yên ku beriya 3 rojan nêzî 70 bizinên wan di encama gulebarana leşkeran de mirîn ji ber ku her roj derdora gund tên topbarankirin nikarin derkevin derve. Welatiyan di nav hefteyek de du caran di ser malên wan de hatin girtin diyar kirin ku ew ji bo şîddeta leşker li wan dikin gilî bikin dema çûn qaymaqamtiyê jî rastî şîddetê hatin. 'EM NIKARIN JI BER DENGÊ TOP Û ÇEKAN RAKEVIN’ Celal Acar ê ku birayê û malbata wî rastî zordariya leşkeran hat diyar kir ku beriya 4 rojan bi ser malên wan de hatin girtin, leşker û cerdevan li derdora gund bi cih bûne. Acar got ku hinceta leşkeran a serdegirtina malan “PKK'î di nav gund re derbas bûne" ye û wiha axivî: “Malbata min derxistin derve û li wan xistin. Ji bilî lêxistinê gelek çêrên ku neyên gotin ji malbata me re gotin. Ev çend roj in derûniya zarokên me xerab bûne. Em ji ber topbaran û hewanan nikarin bi şev û roj rakevin.” Acar li ser kuştina bizinên wan jî ev tişt gotin: “Birayê min dema li bizinan dinêre li wî jî dixin û ew ji wir dûr dikeve. Piştre di encama gulebaranê de 70 bizin tên kuştin. Destûr nedan ku em binin yên mayî jî bînin. Şivanên gundên derdora pezê me yê maye kom kirine û gehandine me." ‘EV HEFTEYEK E EM NIKARIN DERKEVIN DERVE’ Abdulcelil Acar ê ku dema di mala xwe de bû leşkeran ji mal derxistiye û derp kiriye jî got ku leşkeran ew biriye navenda gund û li wir jî şîddeta xwe berdewam kirine. Acar, “Her çiqas hevsera min û malbata min gotin wisa nekin jî xeber dan wan û cardin li min xistin. Piştî demek din li me xistin em berdan û bi ambûlansê ez û birayên xwe çûn nexwexaneyê. Piştre em ji bo serlêdana sûc çûn dozgeriyê û me giliya wan leşkeran kir. Ev hefteyeke em nikarin derkevin derveyî gund. Destûrê nadin ku em pezê xwe xwedî bikin.” 'POLÎS SÛCÊ XWE QEBÛL KIR Û LÊBORÎN XWEST’ Kerîm Acar jî da zanîn ku dema ew ji bo giliya leşkeran bikin çûne dozgeriyê polîsekî li wî xistiye û li ser tiştê jiyaye ev tişt gotin: "Ev hefteyeke leşker li derdora gundê me bi cih bûne û hema bêje her roj tên nav gund û li me dixin. Çekê têxin serê zarokên 7 salî û dibêjin cihê PKK'iyan nîşanî me bidin. Dema em ji bo leşkerên li me dixin gilî bikin çûn Qeymeqamtiya Elkê polîsê ku li wê derê peywirdar bû li min xist û serê min li dîwar xist. Li cem dozger min ev tişta polîs li min kir got. Dema dozger got, 'Em ê li qemereyên di hundirê qeymeqamtiyê de binêrin' polîs tişta ku bi min kiriye qebûl kir û lêborîn ji min xwest."