Sûra par teslîm nebû îsal dixwazin vala bikin 2017-05-20 09:22:07 AMED - Walîtiya Amedê û rayedarên dewletê xwestin welatiyên Sûrê teslîm bibin, îsal jî dixwazin Sûrê vala bikin. Polîs ji bo gelê Sûrê malên xwe vala bikin bi maşîneyên zirxî li kolanan digerin û dibêjin "Xaniyên xwe vala bikin." Li navçeya Sûrê ya Amedê di 28'ê Mijdara 2015’an de qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Piştî dorpêç û qedexeya derketina kolanan hêzên dewletê bi tang û topan bi hezaran xanî xera kirin. Bi hezaran xanî zerar dîtin. Warên dîrokî yên 7 hezar sal dîroka wan heye hatin rûxandin. Mîrateyên çandê hatin hilweşandin. Li gel tevî zext û zordariyên dewletê û anonsên "teslim bibin" hat kirin jî gelê Sûrê xaniyên xwe vala nekirin û Sûr terk nekirin. Gelê Sûrê yê sala par tevî banga "Teslim bibin" teslîm nebûn û warê xwe terk nekirin îsal disa ji bo Sûrêxera bikin dixwazin Sûrê vala bikin. Li ser biryara Wezîrê Karên Hundir û Wezîrê Bajarvanî û Derdorê, polîs bi maşîneyên zirxî li nava tax û kolana digerin û ji welatiyan dixwazin xaniyên xwe vala bikin. Welatiyên di serdema şer de xaniyên xwe vala kirin, piştî şer bi dawî bû dîsa vegeriyan xaniyên xwe û taxên xwe. Welatiyên ku dîsa vegeriyan warên xwe bi biryarin ku vê carê xaniyên xwe terk nekin. Sala par di şerê tang û topan ê 103 rojan berdewam kir, polîsên tîmên taybet û tîmên tevgera taybet bi maşîneyên zirxî ji welatiyan xwestin teslîm bibin. Lê welatiyên Sûrê teslîm nebûn. Her çend leşker û polîsan gotin "Teslîm bibin dê aramî û xweşî bê Sûrê dewlet bi biryar e jî gelê Sûrê teslîm nebû. Ji ber ku leşker û polîsên taybet bi bi tangên şer ên Batton M60 yên NATO û DYA'yê di şerê navneteweyî de bikar anîn taxên Sûrê tev hilweşandin û welatiyên xaniyên wan hatin rûxandin neçar man ku malên xwe biguherînin. GEL BI BIRYARE HETA DAWÎ DI BER XWE BIDE Salek derbas bû niha jî dîsa polîs bi maşiyên zirxî dixwazin fermana hikûmetê û walî pêk bînin û bi darê zorê welatiyan ji malên wan derxin. Welatiyên taxên Lalebey û Alipaşa tevî hemû gefan û zextan bi biryare ku destûr nede xaniyên wan bên xerakirin. Welatiyên Alîpaşa û Lalebey li dijî hewldana polîsan a xerakirina malan bedena xwe dikin mertal û destûr nadin ku xaniyên wan bên valakirin û xerakirin. Polîs duh dîsa çûn taxê û hişyariya "Xaniyên xwe vala bikin" kirin. Polîsên ku sala par dikgotin "Teslîm bibin" îsal anonsên "Xaniyên xwe vala bikin" dikin. Gelê Sûrê li dijî dorpêça polisan û maşiyên zirxî li ber malên xwe nobetê diigirin û bedena xwe dikin mertal û siper. Welatiyên taxan diyar dikin ku xanî û taxa wan bi ser wan de bê xerakirin jî dê dîsa terk nekin û dê heta dawî li dijî valakirin û xerakirina taxan di ber xwe bidin.