Gelo wargeha xwendekaran dibe lojmana polîsan? 2016-12-03 09:49:40 AMED - Li Amedê, beriya tayînkirina qeyûmê, wargeha xwendekaran a 400 kesiyî ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû avakirin, hat îdiakirin ku ji aliyê Qeyûm Cûmalî Atîlla ve wê wek lojmana polîsan bê veguherandin. Wargeha Xwendekarên Keç a Xwendina Bilind ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû avakirin, ji ber tayînkirina qeyûm ve vekirina wê pêk nehat û niha ji aliyê Qeyûm Cûmalî Atîlla ve tê girtin. Wargeha ku kapasîteya wê 400 xwendekar in, ji aliyê hevşaredarên şaredariya mezin Firat Anli û Gultan Kişanakê ên hatin girtin ve li ser pêdiviya hêwirandina xwendekarên zanîngehê ve li navenda bajêr hatibû avakirin. Wargeh bi xwaringeh, pirtûkxane, odeya kompîturê, qantîn, odeyên xwe yî etutê, revîr, odeya muşhadeyê, odeyên serdêran û hwd. gelekî bala xwendekaran kişandibû û rastî eleqeyeke zêde hatibû. Ji ber tayînkirina qeyûmî, qeydên wargehê bi derengî ketin û ji ber vê kapasîteya xwe tije nekir. Li wargeha ku heta niha 45 xwendekarên ku ji aliyê wargeha dewletê ve nehatin qebûlkirin, yên ji navçeyan hatine û rewşa wan î aborî nebaş e lê dimînin, serlêdanên wê yî nû jî li ser îhtimala ku dê wargeh bê girtin hatine rawestandin. QEYÛM: JI BO 45 KESÎ EZ NIKARIM VIR VEKIRÎ BIHÊLIM Hat zanîn ku çend roj berê qeyûm sekreterê xwe yî giştî şandiye wagehê û gotiye "heke 5 kes jî erê bikin ez ê vê wargehê bigirim." Li ser vê xwendekar ji bo hevdîtinê çûne şaredariyê. Xwendekarên ku li dijî biryara girtina wargehê derketin, hat derpêşkirin ku Cûmalî Atîlla ji wan re wiha gotiye:"Der barê avahiyê de hin pêşnûmayên min î din hene, çima hûn dernakevin. Ji bo 45 kesî ez nikarim vir vekirî bihêlim." ÎDIAYA 'WÊ WARGEHÊ VEGUHERÎNIN LOJMANA POLÎSAN' Xwendekarên ku diyar kirin, wan bihîstiye ku wê qeyûm wargehê veguherîne lojmana polîsan, şik û gumana mexdûrbûyînê li wan peyda bûye. Ji ber wargeha dewletê cih nade xwendekaran, ditirsin ku wê vê zivistanê li derve bimînin.