Li Gimgimê ‘qedexe’ hat îlankirin 2017-05-20 12:16:01 MÛŞ - Li 2 tax û 4 gundên Gimgimê “qedexeya derketina derve” hat îlankirin. Li navçeya Gimgima Mûşê ji ber operasyona leşkerî li 2 tax û 4 gundan “qedexeya derketina derve” hat îlankirin. Waliyê Mûşê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyra kir ku li gundên Omcali, Yeşîlpinar, Kuşluk û Kayalikale û taxên Konakli û Çavuşlu heta operasyon bi dawî dibe qedexe hatiye îlankirin.