Dê ji gelên Rojava re federasyonê vebêjin 2016-12-03 09:51:47 KOBANÊ - Rêvebera Saziya Yekîtî û Piştevaniya Gelan Berîtan Asya anî ziman ku, ew ê li Kantona Kobaniyê û li Minbicê tax bi tax, kuçe bi kuçe bigerin û federasyon û şoreşê vebêjin. Li Rojavayê Saziya Yekîtî û Piştevaniya Gelan, li Kantona Kobaniyê bi dirûşmeya "Em bi komunan bi rêxistin bibin û xwedî li federasyonê derkevin" pêngaveke siyasî da destpêkirin. Ji rêveberên saziyê Berîtan Asya diyar kir ku, ew ê xebatên vê pêngavê ji Kobaniyê, Girê Spî, Sîrrînê heta Minbicê bi rê ve bibin û dest nîşan kir ku, ew Şoreşa Rojavayê wek şoreşa hemû gelan dibînin û got, ew ê di serî de ji bo kurd, ereb, suryanî, çeçen, çerkez, tirkmen û hemû gelan bi komunbûyînê re girîngiya rêxistinbûyînê vebêjin. WÊ GEL BÊN BIRÊXISTINKIRIN Asya got, wan ewil ev pêgav li bajarê Qamişloyê yê Kantona Cizîrê daye destpêkirin û diyar kir ku, li xaka Rojavayê şoreş bi du merhelayn ava bûye; yek jê leşkerî ya din jî siyasî ye. Asya anî ziman ku, ew dixwazin şoreşê xurtir bikin û dest nîşan kir ku, binesaziya şoreşê bi komunan pêk tê û wiha domand:"Em dixwazin di nav komunan de jin, mêr û ciwan yanî hemû derdor tê de cih bigirin. Divê em vê pergala ku dixwaze gelê kurd, ereb, suryanî, çeçen, çerkez, tirkmen li gel hev bijîn, jîndar bikin. Em dixwazin gel di nav vê pergalê de xwe bi rêxistin bikin." TEMÎNAT FEDERASYON E Asya got, komun tê wateya her derdor biryarên xwe dide û xwerêvebirinê ye û diyar kir ku, heke gel çiqas bi komunî tevbigerin wê şoreş jî ewqas hêzdar bibe. Asya dest nîşan kir ku, federasyon ewleyiya gelên Sûriyeyê ye û got, ev pergal qada jiyanê ya gele ye. Asya wiha axivî:"DI vê çarçoveyê de ji bo xwedîderketina li vê pergalê me pêngavek da destpêkirin. Wê ev pêngava me du mehan bidome. Em ê li Kobanî, Girê Spî, Sîrrîn û Minbicê civînan li dar bixin û em ê behsa pêgavê û kirinan bikin. Em ê meha ewil kuçe bi kuçe, tax bi tax bigerin û ji gel re vebêjin. Em ê der barê pêngavê belavokan bidin her malê û tiştên em dixwazin pêk bînin vebêjin. Di meha duyemîn de jî, em ê bi lidarxistina panel û semîneran pêngava xwe bidomînin." DIVÊ JIN ŞOREŞA JINÊ BIPARÊZIN Asya dest nîşan kir ku, di dema rejîma Sûriyeyê de di serî de ereb û kurd, gel ji hev hatibûn dûrxistin û anî ziman ku, wan bi şoreşê re gel anîne cem hev. Asya anî ziman ku, wan di nav gelan de aşitî pêk aniye û wiha axivî:"Ji ber vê divê em vê pergalê biparêzin. Em tenê ne di bin gefa DAIŞ'ê de ne, em di bin a Tirkiye, rejîma Sûriyeyê û hêzên îslamî yên radîkal de ne jî. Armanca hemû hêzan, valaderxistina pergala Rojavayê ye. Bi taybetî banga me ji bo jina ye. Çimkî ev şoreş di heman demê de şoreşeke jinê ye. Bi destên jinan hatiye hûnandin."