Xizmên windayan: Hêj kujer nehatine darizandin em ê hesab bipirsin 2017-05-20 13:34:32 AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 432'an de pirsa windayan kirin û daxwaza xwe ya darizandina kujerên windayan dûbare kirin. Xizmên windayan diyar kirin ku hêj kujer nehatine darizandin û ew dê hesapê vê yekê bipirsin. Şaxa Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" di hefteya 432'an li avahiya ÎHD'ê ya Amedê lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hat hilgirtin. Malbatan daxwaza xwe ya darizandina kujeran dubare kirin. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Adnan Orhan di çalakiyê de axivî û da zanîn ku ew 432 hefteye pirsa kujerên windayan dikin û wiha axivî: "Dive raya giştî û saziyên sivîl xwedî li windayan derbikeve. Dive herkes baş bizane ku winda bûne qirêjiya dîroka dewletê. Dive dewlet kujeran derbêxe holê û bide darizandin. Salane banga darizandina kujeran dikin lê mixabin heya îro jî tu kujer ne hatine darizandin û cezakirin. Li gel nedarizandinê kujer hatine xelatkirin. Lê bila baş bizanin xizmên windayan dê hesabê bipirsin." Endamê Komîsyona Windayan Hasan Yalçin jî çîroka Ahmet Okuyucu ku 27'ê Çileya 1993'an ji aliyê kesên ne diyar ve bi 24 guleyan hatî qetilkirin vegot. Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû. ÎZMÎR Şaxa (ÎHD) ya Îzmirê jî bi heman armancê bi silogana “Bila winda bên ditin, faîl bên darizandin" û “Bila girtiyên nexweş bên berdan" di hefteya 383’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan û reveberên ÎHD'ê Li qada Konakê li pêş Sumerbankê kom bûn û daxuyanî dan. Dîsa wêneyên windayan rakirin û pankarta “li wîcdanên windayan xwedî derkevin" û “winda diyar in, faîl li ku ne" vekirin. Li ser navê komê îHD'ê Caner Canli daxuyanî da û xwest winda bên dîtin û kujer bên darizandin.