Polîsan êrîşî nobeda piştevaniyê kir: 7 jin hatin binçavkirin 2017-05-20 15:44:41 STENBOL - Polîsan êrîşî çalakiyên ji bo piştevaniya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça li Kadikoyê hatibû destpêkirin kirin û 7 jinên endamê BİKG’ê yên nobet dewr girtibûn binçavkirin. Polîsan êrîşî çalakiya nobetê ya ji bo piştevaniya akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça yên ji peywira xwe hatin avêtin li cadeya Yukselê ya Enqereyê di greva birçîbûnê de ne, li Kadikoy a Stenbolê hatiye destpêkirin kirin. Nobeta ku di roja 16’emîn ji aliyê 7 jinên endamên BİKG’ê ve dewr hat girtin, rastî mudaxeleya polîsan hat bi gotina li vir destûra çalakiyan tune ye konên jinan hatin rakirin. polîsan 7 jinên di çalakiya nobeda piştgiriya ji bo Gulmen û Ozakça de ne binçavkirin.