Xebatkarên TV 10 çalakiya xwe berdewam kirin 2017-05-20 16:15:08 STENBOL - Xebatkarên TV 10 ya bi KHK'e hat girtin ji bo televizyona wan bê vekirin di hefteya 33’an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam kirin. Xebatkarên TV 10 ya bi KHK'ê hat girtin ji bo televîzyona wan bê vekirin di hefteya 33'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Xebatkarên televîzyonê di hefteya 33'an de li Qada Galatasarayê kom bûn û pankarta “Dengê elewiyan TV 10 nayê bêdengkirin" vekirin û dowîzên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin", “Dengê gel TV 10 nayê bêdengkirin" bilind kirin. Gelek komeleyên elewiyan û welatiyên elewi tev li çalakiyê bûn. Serokê Komeleya Gundê Sildiz ê Xinisa Erziromê Saime Atilla, diyar kir ku ew ji bo aştî û demokrasiyê dê mil bidin hev û bi ser bikevin. Çalakî bi solganan bi dawî bû.