Hevşaredarên Çelê, Gever û Şemzînanê hatin binçavkirin 2016-12-03 10:34:30 COLEMÊRG - Polîsan li navçeya Gever, Çelê û Şemzînanê hemwext bi ser gelek malan û avahiyên şaredariyê de girtin. Polîsan hevşaredarên navçeyan û gelek xebatkarên şaredariyê binçav kirin. Polîsan bi maşineyên zirxî li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi ser gelek malan de girt û operasyon pêk anî. Di serdegirtina malan de Hevşaredara Geverê Adile Kozay jî di navde gelek xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin. Polîsan kesên binçav kirin birin midûriyeta polîsan û li avahiya şaredariyê jî dest bi lêgerînê kirin. Polîsan li Çelê û Şemzinanê jî bi ser malan de girt. Polîsan li navçeya Çelê jî ser malan de girt û Hevşaredarên Çelê Hilal Duman û Servet Tunç, Cîgirên Hevşaredar Hidir Demiroglu, Hevserokê HDP’ê Cumhur Erdemir, xebatkarên şaredariyê Ferhem Akguz, Şaredarê berê Mehmet Kanar, Nûnerê MEYADER a hat girtin Kazim Tekinalp,, kesên bi navê Osman Kanar û Remzi Kanat binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan. Polîsan avahiya şaredariyê bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin û lêgerîn dest pê kirin. Polîsan li navçeya Şemzînanê jî bi ser avahiya şaredariyê û gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Hevşaredarên Şemzînanê Nahide Yildiz û Seferi Yilmaz Cîgirê Hevşaredar Senar Duyan binçav kirin.