Ji bo penaberan li Minbiçê kampek nû ava dikin 2017-05-21 10:13:28 MINBIÇ - Meclîsa Reveber a Minbiçê, li bajarê Minbicê bi zêdebûna hejmara koçberên Reqqayê, amadekariya vekirina kampeke nû dikin. Meclîsa Reveber a Minbiçê ji bo penaberên Reqqa amadekariya kampek nû li Minbiçê dikin. Hevseroka Meclîsa Rêveber a bajarê Minbicê û gundewarên wê Zeyneb Qenber û herdû cîgira wê Cemîle Ehmed û Ebdulsetar Şîkagî, Hevseroka Komîteya Aborî Henan Mihemed, Endamê Komîteya Çandiniyê Ebdulrehman Cahî û Hevserokê rêxistina alîkariyê ya Minbicê Munzir Bedir serdana cihê kampa nû ya koçberan kirin. Kampa nû dê li gundê Resim Exder ê 6 km dikeve başûr rojhilatê bajarê Minbicê, were vekirin. Dê li kampê koçberên Reqqayê yên ku ji ber zulma çeteyên DAIŞ'ê reviyane, werin bicihkirin. Dê sibe rêxistina alîkariyê ya Minbicê bi hevkariya Şaredariya Gel a Minbicê, Komîteyekê ava bike, da cihê kampê kevin û gîha were paqijkirin, erd were dûzkirin, her wiha 250 kon werin vedan. Piştre dê pêdiviyên wekî betanî, hesîre, isfinc, cilên jin û mêran bêne pêşkêşkirin.