Rojnameyên ereb: Tirkiye dixwaze artêşekê li Bakurê Sûriyê ava bike 2017-05-21 14:05:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameyên ereban di weşanên xwe yên îro de bal kişandin ser hewldanên Tirkiyê û diyar kirin ku Tirkiye dixwaze artêşeke nû li Bakurê Sûriyê ava bike. Rojnameya El-Şerq El-Ewset têkildarî destwerdana dewleta Tirk di rewşa Sûriyê de û hewldanên wê ji bo dagirkirina Bakurê Sûriyê, nivîseke bi sernavê “Tirkiya hewl dide artêşeke azad nû li Bakurê Sûriya ava bike” belav kir. Di nivîsê de ev tişt hatin gotin: “Çavkaniyeke Opozisiyona Sûriya destnîşan kir ku yek ji planên Tirkiyê di Bakurê Sûriyaye de; avakirina artêşeke azad nû ye. Çavkaniyeke ji koma Ehrar El-Şam û Ceyş El-Islam ev agahî tekez kir û dane zanîn ku 10 hezar çekda niha li Tirkiyê têne perwerdekirin.” Rojnameya Ereb El-Lunduniya jî têkildarî rewşa Sûriyaye, nivîseke bi sernavê ” Balafirên Amerîkayê, milîsên ku destekdayîna xwe ji Îranê digirin, bombebaran dikin” belav kir. Nivîs wiha ye: “Artêşa Amerîka, çekdarên ku di riya ber bi qayîdeya Leşkerî ya El-Tenef a başûrê Sûriyê nêzî sînorê di navbera Iraq û Urdunê de ya ku Neteweyên Yekbûyî û çekdarên ku destekê ji Washingtonê digirin, bombebaran kirin.” Rojnameya El-Heyat jî nivîsek bi sernavê ” Li bejahiya Şamê, nêzî El-Tenef alozî heye ” avêt. Naveroka nivîsê wiha ye “Di çend seatên derbasbûyî de, li bejahiya Sûriya, nêzî sêkoşeya sînorê Iraq û Urdunê alozî careke din derket. Hêzên rêjîmê yên ku texmînkirin ku ji aliyê Îranê ve têne bi rêve berin ber bi qayîdeya leşkerî ya El-Tenef ku çekdarên ji Koalîsyona Navdewletî û hin komên ser bi opozisiyonê lê dimînin, pêş dikevin.” Rojnameya El-Qebes, nivîseke bi sernavê “Piştî valakirina taxa Weir Hums bêyî Opozisyon e” weşand. Di nivîsê de hate gotin ku piştî ku pêla dawî yên çekdarên opozisyonê duh ji taxa Weir derketin, bajarê Humsê ji bilî gundan bi temanî ket destê rêjîma Sûriyeyê.” Rojnameya El-Cezîrê jî di nivîseke xwe de bal kişand li ser peymana taxa Berze û diyar kir di çarçoveya peymana bidawîkirina şer û ji ku saziyên dewletê cardin werin vekirin, duh beşa çaremîn a komên çekdar û malbatên wan ji taxa Berza ya rojhilatê Şamê hatin derxistin.” Rojnameya El-Ehram nûçeyeke bi sernavê “Pentagon hemleya qirkirina DAIŞ‘ê li Sûriya û Iraqê radighîne” weşand, di nivîsê de hate gotin: ” Weîzêr Parastinê yê Amerîkayê Jams Mates ragihand ku Rêveberiya Trump hemleya tunekirina terorê li Iraq û Sûriya ragihand da ku çekdarên biyanî vegerin welatê xwe û metirsiya belavbûna terorê li cîhanê bê sekinandin.”