Lehî rabû 70 mîh mirar bûn 2017-05-21 15:51:16 AGIRÎ – Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ji ber lehî rabû 70 mîhên di nava lehiyê de man mirar bûn. Li Navçeya Agirî Bazîdê ji ber barana bi rojan e dibare çemê gundê Tufanê di sere çû. Welatiyan diyar kirin ku şivanên mîhên xwe birin çêrê, ji ber barana zêde bariya mecbûr man ku mîhên xwe di çem re derbas bikin. Mîhên ku di çem re hatin derabskirin ji ber ku çem di sere çû, mih ber bi avê çûn û di ava zêde de fetisîn û mirar bûn. Welatiyan diyar kirin ku 70 min mirar bûn.