Polîsan 7 caran bi ser malekê de girtin 2017-05-21 16:20:24 MÊRDÎN- Polisan li Qoserê ya Mêrdînê di mehên dawî de 7 caran bi ser xaniyên malbata Goktekîn de girt û gef li malbatê xwar. Malbata Goktekîn, di sala 1993’an de ji ber gundê wan Cinata Hiso ya Nisêbînê hat şewitandin ji gund koç kirin û hatin li Qoserê bi cih bûn. Niha jî polîs bi hinceta “Di malê de PKK’yî hene” bi ser malê de digirin. Polîsan di end mehên dawîn de 7 caran di ser malê de hat girtin û malbata ji vê rewşê bêzar e bertek nîşan da. Dayîka bi navê Nayile Goktekîn da zanîn ku polis her carê bi ser mala wan de digirin û deriyê wan dişkînin. Goktekîn diyar kir ku beriya derî vekin ji aliyê polîsan ve deriyê wan tê şikandin û wiha axivî: “Dema polîs li derî didin, zarok dipirsîn û dibêjin ka dîsa polîs hatin. Ji ber em kurd in polîs bi ser mala me de digirin. Deruniya zarokên min xirab bûye.” Goktekîn destnîşan kir ku her car bi heman sedemê di ser mala wan de digirin û wiha got: "Lê çi cara bi ser malê de digirin jî dîsa dest vala vedigerin." Bûka Goktekîn, Munewer Tan jî bertek nîşanî rewşê da û wiha got: "Ji ber serdegirtina polîsan 3 zarokên me di nava tirsê de dijîn. Her car mala me serobino dikin û derdora malê digerin. Dibêjin hûn PKK’iyan xwedî dikin. Heger carekê tiştek di malê de dîtiban mafdar bûn. Li ser îxbarê tên û her car heqeret li me dikin. Ev karê dikin ne hiqûqî ye.”