‘Em ê ne li gor mohrê, li gor heqîqeta xwe tevbigerin’ 2016-11-15 09:36:56 AMED – Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) a ku hat girtin Hakki Boltan wiha got: “Em ê ne li gor mohra wan, li gor heqîqeta xwe tevbigerin.” Di 11’ê mijdarê de bi biryara Wezareta Karên Hundirîn 370 komele hatin girtin. Di nav komeleyên hatin girtin de Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) a ku di 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî de li Amedê hat avakirin jî cih digire. Cemîyeta ku bi sala ye li herêmê xebatên xwe dimeşîne, bi zêdeyî 400 endamên xwe her bû dengê ronamagerên ku hatin girtin, qetilkirin û rastî êrîşan hatin. Hevserokê Cemiyetê Hakki Boltan got, ew kesên zen dikin bi mohrkirina deriyê cemiyeta ku di şert û mercên herî zehmet de jî xebitiye wê xebatên wê rawestin, xwe dixapînin. Boltan sozê ku ew ê ji niha û pê ve bi awayekî hêzdartir xebatên xwe bimeşînin da. ‘CIHEKÎ WÊ YÎ TAYBET HEYE’ Beriya komele bên girtin bi rojekê Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî wiha gotibû: “Tirkiye tu demê bi qasî niha azad nebûye.” Boltan vê gotina Erdoganî wek gotineke trajîkomîj nirxand û got, cemiyeta wan xwedî cihekî taybet e. Boltan ragihand ku, ji roja ku cemiyet ava bûye heta niha ji bo rojnamegeran xebatên taybet meşandiye û got, 400 rojnamegerên li qadê dixebitin endamên cemiyetê ne. Boltan anî ziman ku, rojnamegerên endamê cemiyetê ne li Cizîr, Sûr, Gever, Nisîbînê di şertê zehmet de geşadan şopandine. ‘FÎTATIL ERDA MOHRÊ BE’ Wezîrê Karên Hundirîn Suleyman Soylû der barê girtina komeleyan de wiha gotibû: “Me 370 komele girtin. Me qefiland, çû. De hadê bila vebikin.” Boltan anî ziman ku, ev vegotin rewabûna xwe yî fermî winda kiriye û ji bo kesên merûiyeta xwe di mohrê de dibînin wiha got: “Fîtatil erda mohra be.” Boltan wiha domand: “ Hûn dikarin cemiyeta me bigirin, lê em ê bi heman awayî xebatên xwe bimeşînin. Bi tu awayî em ji xebatên xwe yî rojnamegeriyê bi paş ve gav neavêjin. Em ê ne li gor mohra wan, li gor heqîqeta xwe tevbigerin. Dibe ku cemeiyeta me hatibe girtin, lê hîn jî rojnameger endamên me ne. Ew ê li qadan xebatên xwe bimeşînin, em ê jî xwedî liw an derkevin. Bêyî em li karên dewletê binhêrin, em ê li kar û xebatên xwe binerin. Em ê ji niha û pê ve bêtir xwedî li 400 endamên xwe derkevin. Ji bo pêşerojeke azad, avakirina cemiyeteke çalaktir wê têkoşîna me bidome.”