4 gundên Pîranê hatin dorpêçkirin 2017-05-21 19:18:26 AMED - Leşkeran berî operasyonê li herêma Pîranê pêk bîne, 4 gundên navçeya Pîranê dorpêç kirin û derketina dervê gund li wan qedexe kir. Li navçeya Pîranêya Amedê periya operasyona leşkerî dest pê bike dora 4 gundan hatin dorpêçkirin. Walîtiya Amedê daxuyanî da û diyar kir ku beriya operasyon li navçeya Pîrana Amedê pêk bê qedexeya Derketina derve hatiye îlankirin. Walîtiyê diyar kir ku li gundê Kurşunlu, Taşagil, Kirikpinar û Kayikoyê saet di 17.00’an û şûnde qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. Walîtiyê anî ziman ku heta fermana duyemîn dê qedexeya derketina gundan bidome.