Yolerî: Bi her awayî bê ceza tê hiştin 2017-05-22 09:19:14 STENBOL - Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD'ê Prz. Gulseren Yolerî, diyar kir ku di destpêka avakirina Komara Tirkiyeyêde sûcên windakirinê hatin kirin û wiha got: "Dadgeh hin kesan bêdeng dike, hin kesan jî beraet dike û rê li pêşiya ronîkirina rastiyan digire. Dadgeh hin dosyayan bê encam dihêle û di nava demê de winda dike, hin dosyayan jî beraet dike û bêceza dihele. 17-31'ê Gulanê wekî hefteya Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Windakirina Di Bin Çavan de hatiye îlankirin. Li Tirkiye Dayikên Şemiyê û xizmên windayan 22 salin ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin bê naber li Qada Galatasarayê, li Amed û Êlihê çalakiyan pêk tînin. Dayikên Şemiyê her şemî daxwaza edaletê dikin û dixwazin êdî bigêjin hestiyên zarokên xwe û hesap ji kujeran bê pirsîn. Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD'ê Prz. Gulseren Yolerî têkildarî dosyayên windayan nirxandin kir. ‘JI SERDEMA KOMARÊ HETA NIHA WINDA HENE' Yolerî anî zimam ku li Tikiye der barê windayan de lêkolîn kirine û dîtine ji destpêka avakirina komarê heta niha sûcên windakirinê hatiye kirin û mirovên hatine windakirin hêj nehatine dîtin. Yolerî, da zanîn ku yek ji van mînakan windakirina Salih Bozişik e û wiha got: "Piştî Bozişik bûyera windakirina Nivîskar Sabahattin Ali derket holê. Piştre dîsa bûyerên windakirinê derketine holê. Wekî ÎHD'ê piştî darbeya 1980'an me 11 kes tespît kir. Piştî salên 1990’an hêjmara kesên di bin çavan de hatin windakirin hîn zêdetir bûn. Di salên 80’an de li dijî kesên hatin windakirin me têkoşînek da destpekirin. Piştî sala 95’an, bi windakirina Hasan Ocak re ev têkoşîn bêtir bi rêxistin û çalak bû. Piştî 95'an wekî çalakiya Dayikên Şemiyê berdewam kir. Di bin çavan de Hasan Ocak û Ridvan Karakoç hatin windakirin. Piştî têkoşinê Hasan û Ridvan hatin dîtin û ji bo malbatan bû heviyek pir mezin." 'NIHA DI NAVBERA 1500 -2000 KESAN DE WINDA NE' Yolerî anî ziman ku piştî Dayikên Şemiyê dest bi çalakiyan kir, çalakiyê dayikan înfazên siyasî rawestdan û wiha got: “Me wekî ÎHD'ê belavokên destan belav dikir. Wê demê me belavoka 'Ger ku tu hat binçavkirin divê tu çi bike? belav dikir û li bin wê tişta rê nîşanî wan dide me dinivîsand. Me digot dema tu hat binçavkirin; 1- Bi dengê bilind bike qêrîn. Bi dengê bilind navê xwe bêje. 2- Cîhê ku tu dixwaze agahî bide bi dengê hêl bang wî bike. Minak Bêjin agahî bidin ÎHD'ê. 3- Taybetiyek we hebe wê taybetiya xwe bêjin. Dibe ku yên derdora we îxbar bike. Gelek kesên hatin binçavkirin bi vê rêbazê hatin parastin û me bi vê rêbazê rê li pêş windakirinê girt. Di civakê de hestiyariyek û hişyariyek çêbû. Hefteyê çend kesan telefonî ÎHD'ê dikirin û agahî belav dikirin. Agahiyên binçavkirinê parve dikirin. Li ser wan agahiyan em diketin nava tevgerê û me serî li Walî ango Midûriyeta Polîsan dida. Gelek kes bi vî rengî ji windakirinê xelas bûn. Niha em tam nikarin hêjmarek windayan bidin. Lê ez dikarim bêjim di navbera 1500 - 2000 kesan de hatin windakirin. 'HIN LÊPIRSÎNAN ZÊDE DIRÊŞ DIKIN Û WINDA DIKIN Yolerî bal kişand ser pêvajoya lêpirsînê û aliyê hiqûqî û wiha got: "Di hin bûyeran de lêpirsîn bi awayekî lez û bet hat girtin. Hin lêpirsin jî li demê belav kirin û di nava demê de winda kirin. Mînak dosyaya Murat Yildiz. Polîsên ku ew winda kirin ji mijara "Îhmala peywirê" doz lê vekirin. Ewil ji malbatê re gotin 'Xwe ji 'Feribotê avêt û reviya. Piştre dîsa gotin 'Me lêkolîn kir întîhar kiriye. Li 2 polîsan bi îdîaya "Peywira xwe îhmal kirine doz li wan hat vekirin. 1 lira û çend kuruş ceza li wan hat birîn. Piştî demekê ev dosya jî girtin. Me li Stenbolê çend dosya şopandin. Yek jê dosyaya Hasan Gulunay e. Der barê dosyaya Hasan Gulunay de di sala 2001'an de biryara bêşopandinê dan. Xwestin dem di ser dosyayê re derbas bibe. Piştre me îtiraz kir û me biryara bêşopandinê rakir. Lê piştî 2 sal şûnde dîsa dem di serre borandin û dosya bi biryara "Bêşopandinê" girtin. Parêzeran piştre dosya birin Dadgeha Qanuna Bingehîn û ji wir jî dosya Şandin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME). Gelek dosyayên din bi vî rengî bûn. Biryara 'Demborî' ya der barê dosyayan de polîtîkaya dewlet û polîtikaya îktîdarê ye. Ev ne tiştekî hiqûqî û zagonî ye. 'EM JI DOSYAYÊN HEYÎ BI HÊVÎ NE' Yolerî qala dosyayên ku encam bi dest xistine jî kir û wiha got: "Dosyaya Huseyin Toraman heye. Ev dosya jî dem di ser re borî. Me îtîraz kir û dosya ji nûve vebû. Me di îtîraze de diyar kir ku ev sûcê hatiye kirin li dijî mirovahiye ye." 'WEKÎ BÛYERÊN EDLÎ TÊN PÊNASEKIRIN' Yolerî anî ziman ku di dosyayên ku dozger biryaren 'Denborî' dide de Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) tune dihesibîne û wiha got: "Xala 77'an a TCK'ê sûcên li dijî mirovahiyê pêk hatine sererast dike. Dema em li sûcên li dijî mirovahiyê pêk hatine dinerin, binçavkirin, windakirin, kuştin ev hemû sûcê mirovahiyê ne. Li dijî Peymana Gerdûnî ne. Li dijî Serdestiya Hiqûqê ye. Dozger ji bo biryara demborî bide xala 77'an nabîne." Dîsa kesên tên binçavkirin û windakirin her kes dizane ku ji ber xebatên xwe yên siyasî hatine binçavkirin û windakirin. Her kes dizane ku ev ne bûyerên edlî ne. Lê dozger wan wekî sûcê edlî nîşan dide. BERSÛC Û QATIL TÊN BERDAN Û BERAETKIRIN Yolerî, anî ziman ku hin caran dosya û doz tên vekirin, lê vê carê bê ceza bi encam dikin û wiha berdewam kir: "Dîsa mixabin bersûc û qatil ên hatine tespîtkirin û gelek şahidên wan hene jî dema tên darizandin piştre tên berdan û beraet tên kirin. Minaka vê yekê ya herî şênber doza JÎTEM'ê ya kujer Cemil Temizos e, Disa bi dehan mînakên bi vî rengî hene. Dadgeh hin kesan bêdeng dike, hin kesan jî beraet dike û wan bê ceza dihêle Biryara demborî tê wateya bêcezakirinê. Ev biryar bi navekî din biryara bêcezakirinê ye. Her çend pêvajo wisa pêş bikeve ji em dê têkoşîna xwe berdewam bikin û me dê lêgerîn û têkoşîna xwe hêj berfirehtir bikin. Dosya Maksut Tepelî yê di sala 1984'an de hat kuştin heye. "Dewlet dibêje min kuşt û defin kir. Ev qeyd heye. Lê kengî ku li ku hatiye kuştin û li ku hatiye veşartin ne diyar e. Malbat piştî 2003'n de vedigere serlêdan dike. Piştî malbatê serî li dozger da hemû pirs neyînî hatin bersivandin. Hemû delîl hatin tunekirin. Bi israr gotin "Qeyd li cem me tune ye" Di sala 2006'an de qeyda wî ya li nexweşxaneyê derket holê. Qeydên lêpirsînê piştre derketin holê. Piştî têkoşîna 3 salan hemû înkar û veşartina belge û agahiyan yek bi yek terket holê. Ji ber vê yekê divê bersûc û berpirsiyar bên darizandin û cezakirin. Kesê ku agahiyan vedişêre jî divê bên cezakirin." Sadiye Eser - dihaber