Prof. Dr. Bîçer: Êrîşa li dijî cenazeyan êrîşa li dijî nirxên mirovahiyê ye 2017-05-22 09:20:38 AMED - Pisporê Tiba Edlî Prof. Dr. Umît Bîçer nedayîna cenazeyên kesên di şer de jiyana xwe ji dest didin ku nadin malbatan wan û êrîşên li hember cenazeyan û goristanan nirxand û got êrîşên li dijî cenazeyan êrîşa li dijî nirxên mirovahiyê ye. Li bajarên heremê nêzî 2 salan bi dijwarî şer didome. Di şer de gelek endamên PKK’ê û ciwanên sivîl jiyana xwe ji dest didin. Bi van pêkanînan gelek binpêkirina mafan li ser cenazeyan pêş dixin. Li aliyekî malbat nikarin cenazeyên zarokên xwe hildin li aliyekî jî îşkenceya li dijî cenazeyan kêm nabe. Îşkence û hemû pêkanînên li ser cenazeyan li aliyekî li aliyê din jî ev bû demek dirêj li dijî goristanan êrîş pêk tên û hemû gor tên ser û binkirin. Her wiha welatiyê bi navê Kemal Gun ê ku bi daxwaza cenazeyê kurê xwe yê ku di pevçûnek Dêrsimê de jiyana xwe ji dest da, ev bû 88 roj di greva birçîbûnê de ye û li dijî van pêkanînan bi berxwedana xwe nerazîbûn nîşan dide. Pisporê Tiba Edlî Prof. Dr. Umît Bîçer yê ku bi KHK’ê hat îxraçkirin polîtîka, pêkanîn û binpêkirina mafan a li dijî cenazeyan û her wiha êrîşên li ser cenazeyan û goristanan ji dîhaberê re nirxand. Bîçer anî ziman ku li gelek welatên cîhanê pratîkên desthilatdariyan îşkenceya li dijî cenazeyan, binpêkirina mafên mirovan û polîtîkaya bêgor hiştinê wek hev û got welatê Tirkiyê yek ji van welatê mînak e. Bîçer wiha berdewam kir: “Li ser miriya desthilatdarî avakirin xwe digîhîne dîrokek kevnar e. Lê belê windakirina bi darê zorê ya mirovan di nav 100 sal salê dawî de pêk tê. Kesên ku windayan winda kirin bi zanebûn derxanin pêşberî darazê û ceza nadin wan. Em dibînin ku windakirin, bi darê zorê windakirin, kuştin, bê gor hiştin û gelek pêkanînên din ji aliyê desthiladariyan ve pêkanîn û pêk tînin. Li ber çavan e. Ev mînak li Tirkiyê berfireh pêk tê û li her deverî belav kirine. Tiştên ku di salên 90’an de pêk dihat û tiştên îro wek hev in.” ‘DESTHILATDARIYÊ LI SER MIRIYAN AVA DIKIN’ Bîçer da zanîn ku mînakên wek rewşa Kemal Gun ê li Dêrsimê ji bo sitendina hestiyên kurê xwe di greva birçîbûnê de li gelek deverên cîhanê hene û got ev rewş bi awayekî pergalî piştî Şerê Cîhanê yê 2’emîn û di dema Naziya Elmanan de windakirina bi darê zorê hat destpêkirin û piştî vê ev pêkanîn li gelek deveran belav bûye. Bîçer di berdewamiya axaftina xwe wiha domand: “Di cîhanê de li nav hemû dîktatoran rasthatina van pêkanîn e heye. Li welatên Başûrê Emerîkayê bi darê zorê windakirin û bêgor hiştin ji cihên herî ku mirov rast lê tê ne. Vê yekê jî protokolên BM’ê yê li dijî bi darê zorê windakirin bi xwe re derxist holê. Ji bo hemû desthilatdar rêveberiya xwe ava bikin, li ser dînamîkên cuda xwe didin avakirin. Ya herî giran jî ev e ku li ser miriyan desthilatdariyên xwe ava dikin. Dema mirov li Tirkiyê jî dinêre ev polîtîkayên windakirin û bêgor hiştin di salên 1990’an de bi awayekî herî berfireh hat destpêkirin. Ev kes ji bo zimanê dayika xwe diaxivîn û dixwestin û ji bo rêveberiya xwe ava bikirina rastî ceza û îşkenceyên herî giran hatin û hatin windakirin.” ‘DEWLET LI ŞÛNA CEZA BIKE GORAN XERA DIKE’ Bîçer bal kişand ser îşkence û êrîşên li ser cenaze û goristanan û wiha pê de çû: “Bêhiştina goristanê dixwazin wê civakê û malbatê bê dihatû bihêlin. Pêvajoya aştî ya li Tirkiyê hat axaftin hêviyên malbatan mezin kir. Lê li şûna ku gor bên nîşandan û hestiyan bidin malbatan vê carê li dijî vê yekê êrîş li dijî goristanan zêde bûn. Dema dewlet cezakirinê dixwaze ya goran nabêje ya jî gorên heyî rûdixîne. An jî çi tiştên biyolojîk aîdî wî/wê kesê hebin cenazeyê wan teslîm nake. Ferastek ku ne bi nirxe nîşan dide û xizmên wan ceza dike.” ‘DIVÊ LI NÊVENGEK RÊZGIRTINA CENAZEYAN HEBE’ Bîçer destnîşan kir ku divê Tirkiyê derbarê windayan, goran û gorên windayan de demildest peymanên navnetewî yên li dijî windakirina bi darê zorê îmze bike û got heke li welat daxwaza aştiyê hebe divê beriya her tiştî bi hemû heqîqeta xwe ratiya windayan derkeve holê. Bîçer diyar ku pêwîste demildest kiryarên windayan hemû derbixin pêşberî dadê û hemû kar û barên hewcehî derbarê wan de bê kirin. Bîçer îşaretî rêzgirtina li hember cenazeyan kir û got travma li hember cenazeyan li ser malbatan û civakê jî bandorek neyînî dike. Bîçer got ku ew dixwaze nêvengek ku li hember cenazeyan rêz bê girtin çêbibe. ‘ÊRÎŞA LI DIJÎ NIRXÊN MIROVAHIYÊ YE’ Bîçer destnîşan kir ku tundiya li hember cenazeyan cezakirina malbatê tenê nîne di heman demê de cezakirina hemû mirovahiyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî kesek jiyana xwe ji dest da kî dibe bila bibe mafê radestî malbatê bê kirin û definkirnê heye. Veşartina kesekî li gorî bawerî û çanda xwe heq e. Divê li hember cenaze tu tundî û îşkence pêk neyê. Nirxê mirovahiya hevbeş encax di rêzgirinta li hember cenazeyan de pêkan e. Êrîşa li dijî cenazeyan rewşek travmayî bi malbatê û civakê didin jiyîn. Êrîşa li dijî cenazeyan êrîşa li dijî nirxên ku mirovahiy ye.” Bîlal Guldem/Azîz Oruç - dîhaber