Ne av heye ne perpirsiyar heye 2016-12-03 11:40:14 DERSIM - Şêniyên gelek taxên Bajarê Dersimê, piştî tayînkrina qeyûmê çend rojin bê av dijîn. Welatiyên ku di malê xwe de bê av dijînin, berpirsiyar û muxatabên pirsgireka avê nabînin. Qeyûm pirsgirêkê dixe stuyê FEDAŞ’e û FEDAŞ jî dixe stuyê kesên din. Li 3 taxên Dersimê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, bi rojan e av hatiye qutkirin. Welatî bi rojan in bê av dijîn û muxatabên pirsgirêkê nabînin. Qeyûma tayînî Şaredariya Dersimê hat kirin duh daxuyaniyek da diyar kir ku berpirsiyarê qutkirina avê Şîrketa Anonîm a Belavkariya Ceyrana Firatê (FEDAŞ) e. FEDAŞ: TU ELEQEYA ME BÊ TUNE YE Rayedarên FEDAŞ’ê jî daxuyanî dan û diyar kirin ku tu eleqeya wan bi qutkirina avê tune ye. FEDAŞ’ê ani ziman ku saziya wan wekî berpirsiyarê qutkirina avê hedef hatiye nîşandan û tu eleqeya wan bi vê pirsgirêkê tune ye. QEYÛMÊ BERÊ JÎ CEZAYÊ PEREYAN LI WELATIYAN BIRÎ Welatiyan li dijî qutkirina avê bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku qeyûmê berê jî cezayê pereyan li wan birî û niha cezayê avê li wan dibirin. Welatî Olgun Oner anî ziman ku berê welatiyan bertekên xwe anîn ziman û li esnafan 219 TL cezayê pereyan birî bû. Balkêş e qutkirina avê di salvegera meşa 2’ê Kanûna 2012’an a li dijî bendavê pêk hatibû, pêk hat.