Sekretera Jinê ya Egîtîm Senê Yigit hat binçavkirin 2017-05-22 09:24:58 STENBOL - Sekretera Jinê ya Navenda Giştî ya Egîtîm Sen'ê Ebrû Yîgît, dema ji Almanya vegeriya Tirkiye, li balafirgehê hat binçavkirin. Revêberiya Demî ya Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê daxuyanî da û diyar kir ku Sekretera Jinê ya Navenda Giştî ya Egîtîm Sen'ê Ebrû Yîgît li balafirgehê hatiye binçavkirin. Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê di daxuyaniyê de diyar kir ku dema Ebru Yigit ji Almanya vedigeriya Tirkiye li balafirgehê hat binçavkirin.