Komên girêdayî TSK'ê dest davêjin jinên ciwan 2017-05-22 09:48:24 ŞAHBA – Li herêma Şahba komên girêdayî TSK'ê destdirêjiya jinan dikin û jinên ciwan dikujin. Komên girêdayî Tirkiyê li herêma Şahba ji bo civakê parçe bikin û dagirkeriya xwe li ser herêmê zêde bikin, jinên ciwan direvînin, destdirêjî wan dikin û dukjin. Li gorî nûçeya nûçegîhana ANHA Tolîn Hesen hat diyarkirin ku komên girêdayî Tirkiyê di 3'yê Gulanê de jina ciwan a bi navê Îman Mislim (25) a ji gundê Qubet El-Şêx revandin û pere ji malbatê xwestin, da wê serbest berdin. Lê malbatê nikarîbû pereyên ku hatine xwestin bidin, ji ber vê yekê endamên komê piştî 5 rojan, Îman kuştin. Komên girêdayî TSK'ê jineke ciwan ji gundê Berşaya jî revandin û 3 milyon L.S ji malbatê xwestin, da wê berdin. Çeteyan rojane dengê wê di bin îşkenceyê de ji malbatê re dişandin. Piştî ku malbatê hemû pere dan, jina ciwan (ku malbatê ji ber hovîtiya çeteyan nexwestin navê wê diyar bikin) vegeriya malê. DESTDIRÊJIYÊ DIKIN Komên çekdar, bi hinceta xebatên ewlekariyê digirtin ser malan û dest davêtin jinan û 6 mêrên ji gundê Sosyan ê dikeve rojavayê bajarê Babê revandin û birin cihên ne diyar, ji ber ku kiryarên wan ên bi vî awayî red dikirin. Bijîşk jî ji kiryarên çeteyan bêpar neman. Li gundê Numan ê nêzî gundê Sosyan çeteyan êrîşî mala tekane bijîşka herêmê (ku hemû jinên nexweş diçin gel wê) kirin, ew bi darê zorê ji mala wê dane koçkirin û jê re gotin ku ew ê mala wê bikin navendeke leşkerî. Artêşa Tirk û çeteyên wê li kampên koçberan ên li ser sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de (herî dawî li kampa Cerablusê), dest davêtin jinên ciwan. Lê jinan ji tirsa ku çete wan bikujin, newêrîn bêjin. Endama Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a herêmên Şahbayê Cîhab Cibo anî ziman ku hêzên herêmî, rêxistinên mafên jinê û hemû aliyên ku li hember kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bêdengin, hevkarên van kiryaran in.