Rêxistina Efûyê: 100 hezar xebatkarên cemaweriyê bi pêşerojek tarî re rû bi rû ne 2017-05-22 10:19:54 STENBOL- Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, diyar kir ku li Tirkiyeyê 100 hezar xebatkarêncemaweriyê bi awayekî keyfî hatine îxrackirin û ev îxrackirin bandorek nerênî li ser jiyan û debara kesan kiriye. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Tirkiyeyê, rapora bi sernavê “Pêşeroj Tariye: Li Tirkiyeyê li dijî xebatkarên cewameriyê zextên bê dawî” weşand. Rapor rewşa bi dehezaran xebatkarên hatine îxraçkirin û zehmetiyên ku dikişinin radixe ber çavan. Lêkolînvanê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Tirkiyeyê Andrew Gardner, di daxuyaniya derbarê raporê de wiha got: “Li Tirkiyeyê piştî darbeye, hilweşînên ku ji ber pêkanînên zextan çêbûne, tenê bi windakirina karê xwe re sînordar ne mane, di heman demê de bi dehezaran kesên ku jiyana wan a malbatî û karî perçebûne hene. Gelek kesên ku wekî terorîst hatin nîşandan û çavkaniyên debarê jê hatin giritn, nikarin kariyera xwe bidomînin û îmkanên xebata alternatîf jî tên astengkirin.” 61 HEVDÎTIN BINGEH HATIN GIRTIN Li gorî rapora ku 61 hevdîtinên bi rayedarên dewletê, nûnerên pîşe û civaka sivîl ên li Enqere, Amed û Stenbolê hatine îxrackirin, bingeh hatiye girtin, xebatkarên ku berê di sektora cemaweriyê de xwedî karekî bi ewlebûn, ji ber ji hemû îmkanan bêpar hatine hiştin bi rewşet zehmet re rû bi rû ne. Di raporê de hat diyarkirin ku xebatkarên wekî mamoste û parêzer ên di qadên dewletê de dixebitin û hatine îxrackirin gelek ji wan di sektora taybet de karê wan tê astengkirin û ev tişt hatin rêzkirin: “Bi heman şêweyî, leşker û polîsên bi KHK’yan dawî li karê wan anîne xebitîna wan a ji sektora taybet de tê qedexekirin. Xebatkarên tendirûstiyê yên ku destûr didin di sektora taybet de bixebitin di dîtina kar de zehmetiyan dikişînin.” Di berdewamiya raporê de ev tişt tên gotin: “Xebatkarên cemaweriyê yên hatine îxraçkirin ji ber pasaportên wan hatine betalkirin nikarin li derveyî welat jî bixebitin û bi vê re dîtina wan a kar tê sînordarkirin. Jineke xebatkar a ji peywira xwe ya li Seokomariyê hatiye îxrackirin, bi gotina ‘Destûr nadin derbikevim derveyî welat û destûr nadin bixebitim… Çi j imin hêvî dikin?’ rewşê vedibêje. Rayedarekî hikûmeta herêmî yê hatiye îxrackirin di hevdîtina bi Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re kiriye de wiha dibêje; ‘ger kesek bixwaze we ji saziyê derbixîne, navê we wekî Gulenciye bide bese’. Bi awayekî vekirî îxrackirin di nava civakê de pêk anîn di jiyana kesên hatine îxrackirin de rê li ber zehmetiyên mezin vedike. Dema darbe pêk hat leşkerekî ku li Colemêrgê leşkerî dikir tiştên bi serê wî hatine ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re gotin ‘Berê em di nava civakê de wekî qehreman dihatin nasîn. Lê niha wekî terorîstekê wekî xayînekê tên dîtin.’ Akademîsyenekî k udi Tebaxa 2016’an de hatiye îxrackirin jî wiha dibêje; ‘Kurê min nexwes biçe dibistanê. Zarokên din bela xwe li wî didin digotin dayîka te terorîst û xaniye.’ ‘DENGÊN MUXALIF TÊN DÛRXISTIN' Di raporê de, hat diyar kirin ku kesên Rêxistina Efoya Navneteweyî der barê îxracê de bi wan re axiviye diyar kirine ku ji bilî îdîaya giştî ya “têkila wan bi rêxistina terorê re heye" wedetir tu îdiayên bi kok tune ye. Di raporê de hat diyar kirin ku hemû îxrac keyfî ne û ji bo kesên hatine îxrackirin rêyek bi bandor a hiqûqê nehatiye hiştin. Di Raporê de tê diyarkirin ku komîsyona bi armanca bûyerên îxracê binirxîne hatiye avakirin ne xwedî kapasiteya çareseriye ye û hêj dest bi nirxandina serldanan nekiriye. Di raporê de wiha tê gotin: “Hatin binçavkirin û di bin çavan de rastî muameleya xerab hatin. Akademisyen Nuriye Gulmen û Semih Ozakça bi armanca mafê xwe bistînin 75 rojin di grevê dene. " Andrew Gardner di daxuyaniya xwe de wiha got: “Gîhandina 100 hezar kesan a xebatê hatiye astengkirin. Ev di jiyana mirovan a pîşeyî de tê wateya komkujiyê. Ev aşkereye ku perçeyekî tasfiyeya siyasî ye. Divê rayedar bi lezgîn dest ji van pêkanînên xwe berdin. Divê bi lezgîn kar û peywira wan dîsa bidin wan. Divê kesên hatin îxrackirin piştî dîsa li karê wan vegerandin navê wan dîsa paqij bike zerar û ziyana wan jî dîsa bide wan. Ji bo vê yekê jî divê rêya lezgîn a hiqûqê bê avakirin. ESER: TASFIYE KARIYERÊN PÎŞEYÎ YÊN KESAN JÎ QETIL DIKE Dîrektorê Tirkiye yê Rêxistina Navneteweyî Îdil Eser jî diyar kir ku her çend komîsyona Lêkolîna OHAL'ê dest bi kar bike û sekreteryaya ku alkariyê bide komîsyonê bê avakirin jî, di pevajoyek kurd de çareser nabe û ne karê çend roj û mehan in. Eser, da zanîn ku xuya dibe ku ev pêvajo heta kesên hatine îxrackirin teqawît bibin dê bidome û wiha got: "Ev tasfiye tenê bi qutkirin û dûrxistina dengên muhalif bi sînor namlîne. Ev di heman demê de kariyera pîşeyî jî qetil dike. Ji mirovan tê xwestin ku nasnameya xwe ya muxalif berde û paşeroja xwe înkar bike. An jî dixwazin bedeng bimîne. Disa bi van îxracan dê personelên profesyonel winda bibin û ceribîn û pisporî ji holê rabe. Ev ji bo qada tenduristî û perwerdehiyê windahiyek mezin e û dê birînek mezin di qada tenduristî û perwerdehiyê de ava bike. Eser xwest karê mirovên hatin îxrackirin dîsa bidin wan û pêvajoya hiqûqî bi lezgîn bidome. Eser, herî dawî da zanîn ku li qada ku azadiya raman û ifadeyê tune be, aborî û aramî jî pêş nakeve.