Şopa komkujiya DAİŞ'ê Reina xera kirin 2017-05-22 11:18:25 STENBOL - Navenda Şahiyê Reîna ku DAİŞ'ê lê komkujî pêk anîbû, di saetên serê sibê de xera kirin. Navenda Şahiyê Reîna ku li Ortakoyê ya Stenbolê bû û endamên DAİŞ'ê di şeva serê salê de êrîş pêk anî û 39 kes qetil kirin di saeten serê sibê de hat xerakirin. Maşîneyên kar ên ku ji dozer û kepçeyan pêk tên di saetên serê sibê de hat Navenda Reina û xera kirin. Maşîneyên kar di nava 45 deqîqeyan de avahî xera kirin û şopa komkujiya DAÎŞ'ê paqij kirin. Şahidên bûyere diyar kirin ku ew ne li benda tiştekî wisa bûn û di saetên serê sibê de maşîneyên kar hatin xera kirin û çûn.