KESK: Bila Gulmen û Ozakça bên berdan 2017-05-22 13:04:19 ENQERE - KESK’ê bertek nîşanî binçavkirina Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên di greva birçîbûnê de ne û balkişand ser soza “demokratîkbûnê” ya di kongreya AKP’ê de hatiye dayîn de û 24 saet derbas bûne. Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bertek nîşanî binçavkirina Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça dan. KESK’ê bal kişand ser 3’yemîn Kongreya Awarte ya AKP’ê û wiha got: “Di kongreya AKP’ê de dirûşmeya bingehîn soza ‘demokratîkbûnê’ bû lê di 24 saetan de diyar bû ku ev derewa herî mezine. Daxuyaniya KESK’ê wiha ye: “Hinceta binçavkirinê wekî senaryoya filmane dibêjin ‘Dibe ku bandora berxwedana wekî gezî û bûyerên tekelê ava bike’. Vegera tarîtiya serdema navîn eve! Li ser îhtîmalan jiyana mirovan dixin talûkeyê, binçavkirin û girtinan rewa dikin. Nuriye û Semîh di dema herî krîtîk a grevê de ne. Divê dawî li binçavkirina ku jiyana wan dixe talûkeyê bê anîn. Berovajî wê; hikûmeta AKP’ê ya bi KHK’yan jiyana sedhezaran kiriye wekî dojehê dê ji rewşe nerênî ya jiyana Nuriye û Semîh berpirsyare be.”