Li kawîşa 12 kesan 28 kes dimînin 2017-05-22 14:36:13 MELETÎ - Girtiyên Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê bi riya malbatên xwe bal kişandin ser zextên li ser girtiyan û diyar kirin li kawîşa 12 kesan 28 kes dijîn. Zextên li ser girtiyan berdewam dikin. Girtiyan bi riyamalbatên xwe bal kişandin ser zextên li girtîgehan. Girtiyên Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê bi riya malbatên xwe bal kişandin ser zextên li ser girtiyan û diyar kirin li kawîşa 12 kesan 28 kes dijîn. Girtiyan, anîn ziman ku piştî OHAL hat îlankirin zextên li ser girtiyan zêde bûye. Girtiyan anîn ziman ku bi mehan e kovar, pirtûk û rojnameyên ku ji wan re tên şandin nayê dayîn û wiha got: "Beyî hincetê nîşan bidin, rojname ji wan re nayên şandin. Li şûna 12 kesan 28 kes di kawîşan de dimînin. Girtiyan da zanîn ku ji ber hêjmar zêde ye krêjî zêde dibe û hîjyena odeyê kêm dibe. Girtiyan bilêv kir ku ji ber hêjmara zêde nexweşî jî zêd dibin û di bin zext û zordariyan de dijîn û wiha got: "4 girtiyên nexweş ên di lîstiya ÎHD’ê de cih digirin rewşa wan giran e. Her ku diçe rewşa wan giran dibe. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û bi rêk û pêk dermanên wan nadin wan. Girtiyên nexweş ku dixwazin biçin revîrê jî piştî 2 hefte şûnde bersîv tê dayîn. Di dema ziyaretan de hêj dema wan a hevdîtinê bi dawî nebûye ji salona hevdîtinê tên derxistin. Rojên taybet ên wekî 19'ê Gulanê û serê salê ku wekî mafê wan ê roja taybet a hevdîtinê ye bi awayekî keyfî tê astegn kirin. Dîsa cilên wekî pantolon, gomlek, tîşort û cilên din tenê bi 2 heban tê bi sînorkirin.