Hat xwestin ku parêzerên di bin çavan de bên berdan 2016-12-03 12:25:08 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê derbarê parêzerên ÎHD'ê yên ku ev 13 rojin di binçavan de ne daxuyaniyek da û xwestin parêzer bên berdan. Komîsyona Girtîgehan a Nevdî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) derbarê parêzerên endamê wanin û ev 13 rojin li Mêrdînê di binçavan de ne li avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê civînek çapemeniyê lidarxist. Di civînê de endamê ÎHD'ê parêzer Zeynep Ceren Boztoprak, axivî. Boztoprak, diyar kir ku di dema 12'yê Îlona ku binpêkirinên hiqûqî dihatin kirin de li dijî mafê parastinê sînor ne hatine dayîn lê îro bi awayekî fîîlî di pergala qanûnê de hatine bicihkirin. 'BILA PARÊZER BÊN BERDAN' Boztoprak, da zanîn ku piştî îlankirina OHAL'ê û bi biryarnameyan parêzer rastî bêmafiyên qanûnî tên û wiha got: "Di encama van pêkanînan de binpêkirinên mafan li girtîgehan hatine pergalkirin. Bi taybet parêzerên ku têkoşîna mafê mirovan didin hên binçavkirin û girtin. Herî dawî parêzerên me yên endamên MYK'ê Sehar Acay, Fevzî Atsiz, Ziya Bagî, Mahmut Bîngul ev 13 rojin di bin çavan de ne. Her wiha serokê ÎHD'a Şirnexê Emîrhan Uysal tevlîbûna wî ya daxuyaniyen wekî hincet hat nîşandan û hat girtin." Boztoprak, bi lêv kir ku ew piştgiriyê didin hemû parêzerên hatine binçavkirin, girtin û rastî zextan tên û wiha axivî: "Em bang li rayedarên hikûmet û dewletê dikin, bila dawî li pêkanînên keyfî û zextan bên. Em dixwazin demildest parêzer û parêzvanên mafê mirovan bên berdan." 03.12.2016 - 12:19:48