NRC: Li Tirkiye 204 hezar kesan ji ber şer cih guhert 2017-05-22 15:52:15 ENQERE - Konseya Penaberên Norveçê (NRC), têkildarî rapora Navenda Şopandina Guhertinê diyar kir ku di sala 2016'an de di cîhanê de 31 mîlyon ji ber şer û bûyerên xweazyê ji cih û warên xwe koç bûne. Di raporê de hat diyarkirin ku li Tirkiye jî 204 hezar mirov ji cihê xwe bar kirin. Konseya Peraberan a Norveçê (NRC) rapora Navenda Şopandina Guhertinê ya sala 2016'an aşkere kir. Li gorî nuçeya BBC, diyar kir ku di sala 2016'an de li tevahiya cîhanê 31 milyon mirov ji ber şer û bûyerên xwezayî koç kirine. NRC'ê di raporê de diyar kir ku li Tirkiye jî 204 hezar mirov ji ber şer neçar mane ku ji cih û warê xwe koç bikin. Di raporê de hat diyar kirin ku ji destpekea 2006'an heta niha 1 milyon û 108 hezar kes ji cih û warên xwe koç kirine. Di welatê cîhanê de herî zêde li Komara Kongo ya Demokratik bi 922 hezarna di rêza yekem de cih digire. Piştre bi 824 hezaran Suriye û bi 659 hezaran Iraqê cih girt. Ji ber yer 653 hezar kes li Afganistanê, li Nijerya 501 hezar kesan û li Yemenê jî 478 kesan koç kirin.