Malbatên endamên BOG'ê: Cenazeyên me bidin 2017-05-22 16:01:17 STENBOL - Malbatên 4 endamên BOG’ê yên dema li bajarê Dar Azza yê Sûriyeyê li dijî El Nusra û OSO’yê şer kirin jiyana xwe ji dest dan cenazeye zarokên xwe dixwazin. Malbatên endamên Hêzên Yeketiya Azadiyê (BOG) Asiye Ozlahlan, Ozge Balî, Cenk Kilagoz û Yusufbaş Akay ên dema li bajarê Dar Azza yê Sûriyeyê li dijî El Nusra û OSO’yê şer kirin jiyana xwe ji dest dan li avahiya ÎHD’a Stenbolê civîna çapemeniyê li darxistin û xwestin ku cenazeyê zarokên wan bîbin Tirkiyeyê. Malbata Yusuf Akay û Cenk Kilagoz, parlamentere HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger (DP) Ufuk Gollu û gelek kes tevlî civînê bûn. 'EM Ê JI BO CENAZEYÊ WAN TÊBIKOŞIN’ Bavê Akay Ceyhan Akay diyar kir ku heta ciha derbarê cenazeye zarokên xwe de tu agahî ne girtine û wiha got: “Em ji dewleta Komara Tirkiyeyê dixwazin ku cenazeyê me bidin me û kêm be jî êşa me sivik bikin. Ji bo em cenazeyê zarokên xwe bigirin em ê bi israr di riya wan de bimeşin. Ji bo em cenazeyên wan bigirim em ê bi her awayî têbikoşin.” ‘EZ ZAROKÊ XWE DIXWAZIM’ Dayîka kilagoz, Gulen Kilagoz da zanîn ku ew cenazeyê zarokê xwe dixwaze û wiha pêde çû: “Ger DAÎŞ rêxistinek terorî ya gef li cîhanê dixwe ye, zarokên me li dijî DAÎŞ’ê şer kirin. Çi dibe bila bibe heta dawiyê ez li pişt zarokê xwe me. Ez zarokê xwe dixwazim.” ‘DIVÊ DEWLET BERPIRSYARIYA XWE BI CIH BÎNE’ Parlamentere HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan jî wiha axivî: “L idijî kesên jiyana xwe ji dest dane hemû hûkmên cîhanî radibin. Dewlet li hemberî hemwelatiyên xwe di bin berpirsyariyê de ye. Dewlet li gorî îdoliyê helwest li dijî welatiyên xwe nagire. Divê dewlet berpirsyariya xwe ya li hemberî mirovan bi cih bîne. Divê bi rêzdarî cenazeyan ji wir bîne û kêm be jî êşa malbatan sivik bike.”