Cenazeye Murat Gun 5 rojin di kargoya PTT'ê de ye! 2017-05-22 16:20:41 DERSIM - Kemal Gun ji bo cenazeyê kurê xwe Murat Gun ê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da bigire 88 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Parêzerê malbatê Engîn Gokoglu, diyar kir ku li gorî agahiyên wan ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê girt, hestiyê cenazeyê Murat Gun 5 roj berê teslîmî kargoya PTT'ê kirine. Di 17'ê Gulanê de heyeta ji Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, Serokê Baroya Dersimê Bariş Yildirim Serokê CHP'ê yê Desimê Ali Riza ji bo cenazeyê Murat Gun yê DHKC’î ê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû bigirin serî li Walîtiyê û Dozgeriya Komarê dabûn. Wali û Dozger biryar dabû ku dê cenaze di nava 1-2 rojan de bidin malbatê. Li ser vê yekê Heyetê li Parka Seyit Rıza Bavê Murat Gun Kemal Gun ziyaret kiribûn. Kemal Gun jî anîbû ziman ku heta cenazeyê kurê xwe negire dest ji çalakiya xwe bernade. Çalakiya Kemal Gun di roja 88'an de didobe. Lê 5 roj derbas bûn hêj malbatê cenaze teslîm negirtiye. Têkildarî mijarê parêzerê malbatê Prz. Engîn Gokoglu, diyar kir ku bi Saziya Tipa Edlî re hevdîtin kirine û wiha got: "Rayedarên Saziya Tipa Edlî diyar kirin ku wan hestiyê cenaze 5 roj berê daye Kargoya PTT'ê." Gokoglu, anî ziman ku ji bo pêvajo dirêj nebe wan xwestiye ku biriya balafirê cenaze teslîmî malbata wan bike û wiha got: "Niha em nizanin presodurek çawa tê meşandin. Em dixwazin ev pêvajo ji aliyê Dozgerê Komarê yê Dersimê jî ve bê şopandin. "