Li Îzmirê 18 kes hatin binçavkirin 2017-05-23 12:03:40 ÎZMÎR -Li Îzmirê rêveberên HDP'ê û Hevseroka Şaxa YAK-DER'ê ya Îzmirê Zarife Karasungur jî di navde 18 kes hatin binçakirin. Li Îzmirê polîsan bi ser gelek navnîşanan de girt. Polîsan di saetên serê sibê de li navçeyên Bayindir, Torbali û Menemenê bi ser gelek navnîşanan de girt. Di encama serdegirtinan de 18 kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de endam û rêveberên HDP'ê û Hevseroka Şaxa Komeleya Kesên Xizmên Xwe Windakirine (YAK-DER) ya ÎZmirê Zarife Karasungur jî heye 18 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta polîsan a Îzmirê.