2 jê keya 3 kes hatin binçavkirin 2017-05-23 13:17:49 MÊRDÎN - Li Mêrdînê endamê Meclîsa DBP'ê Emrullah Kalkan û keyayên gundên Qûzêrîp û Cirzê yên navçeya Stewrê hatin binçavkirin. Li Mêrdîn û navçeya wê Stewrê di ser gelek malan de hatin girtin. Di encama serdegirtinê de li taxa Saracoglu ya navendê endamê PM’ê yê kevin ê DBP'ê Emrullah Kalkan, keyayê taxa Cirzê Stewrê Mehmet Çelebi û keyayê taxa Qûzêrîpê ya Stewrê Necatî Yalçinkaya hatin binçavkirin. Sedema binçavkirin û cihê kesên binçavkirî nehat zanîn. Hat ragihandin ku hêjmara kesên binçavkirî zêdetir bibin.