Beşdarî daxuyaniyê nebû doz li wê vekirin 2016-11-15 09:38:20 COLEMÊRG – Li Colemêrgê, Pinar Çaçan a ku beşdarî daxuyaniya çapemeniyê nebû, ji ber heman daxuyaniyê hatibû binçavkirin û berdan. Der barê Çaçan de bi îdiayên “Endama rêxistinê ye “ û “Pesindayîna sûc û sûcdar” doz hat vekirin. Li Colemêrgê di 13’ê Tebaxa 2016’an de ji bo balê bikêşin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan daxuyaniyek hatibû dayîn û bi hinceta beşdarî vê daxuyaniyê bûne 9 jin hatin binçavkirin. 9 jinên siyasetmedar piştî karên li muduriyeta polîsan û dozgeriyê bi îdiayên “Endama rêxistinê ye “ û “Pesindayîna sûc û sûcdar” sewqî dadgehê hatin kirin. 8 jin bi şertê venêrîna edlî, Pinar Çaçan jî ji ber beşdarî daxuyaniyê nebûye hat berdan. Wê doz di 18’ê çile de bê dîtin Di encama lêpirsîna der barê 9 jinan de, îddianameya ku bi îdiayên “Endama rêxistinê ye “ û “Pesindayîna sûc û sûcdar” hat amadekirin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê ve hat qebûlkirin. Wê yekemîn rûniştina doza der barê 9 jinên siyasetmedar de hat vekirin, di 18’ê çileya 2017’an de bê dîtin.