Li Stenbolê hezaz: Karkerek birîndar bû 2017-05-23 14:56:09 STENBOL - Li Umraniyeyê di dema xebatên qenala avê de hezaz pêk hat û karkerek bi giranî birîndar bû. Li kolana Şadirvan a taxa Îstîklala navçeya Umraniyeya Stenbolê dema ji bo qanala avê xebat dihat meşandin hezaz pêk hat. Koma agirkuj a hat cihê bûyerê karkerê bi navê Saît Şam ê 52 salî ji bin hezazê derxistin. Şam ê rakirina Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Umraniyeyê hat diyar kirin ku jiyana wî di xeteriyê de ye.