Parlamentera HDP'ê zaroka xwe xwest 2017-05-24 10:27:32 ENQERE - Parlementera HDP'ê ya girtî Burcu Çelîk ji bo zaroka xwe ya 3 salî bigere cem xwe serî li îdareya girtîgehê da. Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Burcu Çelîk a girtî ye zaroka xwe ya 3 salê Asmîn Mîra ji bo ku bigire Girtîgeha Sîncanê serî li îdareya girtîgehê da. Parlamentera CHP'ê Gamze Îlgezdî di rapora ku amade kiribû de diyar kiribû ku li girtîgehan 560 zarok bi dayikên xwe re dimînin.