Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê operasyon 2017-05-24 10:44:44 ENQERE - Di çarçoveya lêpirsîna li dijî cemaeta Gulen de derbarê 79 kesên ku 60 kes ji wan xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ne de biryara binçavkirinê hat dayîn. Di çarçoveya lêpirsîna li dijî cemaeta Gulen a ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê ve tê meşandin de derbarê 60 xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ku tê îdîakirin "ByLock" û 19 xebatkarên şaredariyên navçeyê bi giştî 79 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn.