Ji Walîtiya Dersimê piştî 90 rojan ji Kemal Gun re: Hestiyên kurê te li şaredariyê ye 2017-05-24 13:16:34 DERSIM - Walîtiya Dersimê ji Kemal Gun ê ku ji bo hestiyên kurê xwe bigire 90 roj in di greva birçîbûnê de ye re bi zabiteyan re agahiya "hebtiyên kurê te li şaredariyê ye were bigire" şand. Waliyê Dersimê Osman Kaymak bi zabiteyan ve ji Kemal Gun ê ku 90 roj in ji bo hestiyê kurê xwe bigire di greva birçibûnê de ye re agahiya "hestiyên kurê te li şaredariyê ye were bigire" şand. Kemal Gun ji bo cenazeyê kurê xwe Murat Gun ê li geliyê Çet di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû bigire ligel ku soz hatibû dayîn hefteyekî li benda hestiyên kurê xwe yê dabûn kargoyê bû. Walî Kaymak ê ku di heman demê de qeyûm e zabite şand cem Gun û xwest bê şaredariyê û hestiyên kurê xwe bigire. KEÇA WÎ Û PARÊZERÊ WÎ ÇÛN ŞAREDARIYÊ Keça Gun, Bayhan Gun û parezêrê wî Engîn Gokoglu ji bo hestiyan bigirin çûn şaredariyê.