Şervanên QSD`ê li ber deriyê Reqqayê ne 2017-05-24 14:06:18 REQQA – Şervanên QSD`ê ber bi Reqqayê ve pêşve diçin û nêzî DAIŞ`ê dibin. Di navbera şervanên QSD'ê û deriyê Reqqayê de 3 km ma. Hemleya Xezeba Firatê ya di 9`ê gulanê de, careke din hat destpêkirin, şervan bi lez bi pêşve diçin û gelek gundên nêzî bajarê Reqqayê û di nav de gundên sitrarejîk jî hene hatin rizgar kirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), şervanên QSD`ê ku bi lez bi pêş ve diçin, DAIŞ`ê ji bo astengkirina pêşveçûnan tekîtîkên wekî danîna mayînan li her derê, kolandina xendeqan û bikaranîna erebeyên bombebarkirî, bi kar tînin. Herî dawî jî şervanan di xebatên paqijkirina gundên rizgarkirî de, li gundê Mezlûm ku li bakurê Reqqayê dikeve 4 tonelên dirêj ên mayînkirî, dîtin. Lê ev yek pêşveçûna şervanan asteng nekir, berovajî wê israra şervanan a rizgarkirinê zêde dike. Di du rojên derbasbûyî de, li gundewarên Reqqayê rastî bahozeke dijwar a qûmî, rabû. DAIŞ`ê ku gelek tengav bûne, hewil didin firsetê bigrin û di bahozê de êrîşên xwe yên bi erebeyên bombekirî li ser xal û navendên şervanan zêde bikin. Lê hewildanên çeteyan vala derketin û li pêşberî pêşveçûyîna şervanan nebû asteng. SIVÎL XWE DAVÊJIN QATÊN QSD'Ê Li rex pêşveçûyîna şervanan, mijarekî din a girîng ku hêja ya mirov balê bikşîne ser, koçberiya gelê Reqqayê ye. Sivîlên xwe ji zilm û zordariya DAIŞ`ê xelas dikin, xwe dispêrin herêmên ku QSD`ê rizgar kirine. Roj bi roj, bi hezaran koçber bi hêviya dîtina şervanên QSD`ê xwe ji çeteyan xelas dikin û xwe davêjin bextê şervanan. Kêliya hevdîtina gel û taybet dayîk, şervanên QSD`ê dîmenekî bi wate derdikeve. Dayîka ku li benda azadiyê bû, şervanên QSD`ê hembêz dike û bi çavên tij hêsir kêfxweşiya xwe bi xelasbûna ji DAIŞ û spasiya têkoşîna şervananê QSD`ê, dike. Şervan jî, ji aliyê xwe ve nan û avê didin gel. LI GUNDÊN RIZGARKIRÎ JIYAN ZINDÎ YE Li gundên ku berî çend hefteyan hatine rizgarkirin jî, wekî gundê Kebiş Xerbî, şênî vedigerin warên xwe û jiyanê jinûva zindî dikin. Koçberên ji zilm û zordariya DAIŞ`ê direvin berê xwe didin herêmên ji aliyên QSD`ê ve hatine rizgarkirin. QSD`ê jî li kampa Eyn Îsa koçberan bi cih dike. Lê koçberên di kampê û çolê hewcedariy wan bi alîkariya lezgîn heye. Li hember vê yekê jî, rêxistinên navnetewî alîkarî pêşkeşî koçberan, nakin. Rewşa Koçberan roj bi roj zehmet dibe û taybet bi nêzikbûna demsala havînê re. Bi zêde pêla gerimê, nexweşî jî di nava gel de û taybet di nava zarokan de, belav dibin.