Li dijî girtina Gulmen û Ozakça nerazîbûn: Demildest berdin! 2017-05-24 14:13:12 NAVENDA NÛÇEYAN- Rêxistinên kedê yên li Enqere û Edeneyê li dijî girtina Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça bi gotina "ev biryarekî siyasî ye" nerazîbûn nîşandan û xwestin demildest bên berdan. Nûnertiya Konfederasyona Senîdakayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Enqereyê, Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Enqereyê, Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO), Lijneya Koordînasyona Bajar a Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran (TMMOB) û Odeya Muşavîrên Malî û Hesabgirên Serbest ên Enqereyê (ASMMMO) têkîldarî girtina Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça xwestibûn duh êvarê li Qada Sakaryayê daxuyaniyê bidin lê ji ber ku hatibû astengkirin û polîsan mudaxale kirin li avahiya ATO'yê li dar xistin. Li ser navê rêxistinên kedê Berdevkê Demî lê Platforma Şaxên KESK'ê ya Enqereyê Devrîm kahraman axivî û diyar kir ku Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça bi biryarekî siyasî hatine girtin. 'JI BO NÛRIYE Û SEMÎH SÛC DIAFIRÎNIN' Kahraman wiha got: "Ev biryarekî siyasî ye û ji bo sûc agirandina hincetê ye. Ger ku hikûmet bi van girtinanv e dixwaze çalakiyan bi dawî bike divê van nehiqûqiyên ku ji bo çalakiyan dibe sedam ji holê rake û daxwazên çalakgeran bi cih bîne." Kahraman got ku li Tirkiyeyê bi hinceta OHAL'ê ve grev tên qedexekirin, kesên ku maf û hiqûqê digerin tên binçavkirin, derûdorên muxalîf bi pêkûtiyan ve tên çewisandin. Kahraman got ku her roj ji ber qezayên kar karker jiyana xwe ji dest didin, panzerên poLîsan dikevin hundirê malan, zarok tên îstismarkirin, jin tên îstismarkirin, li kolanan jin tên kuştin lê ewlehiya civakî wê demê nayê bîra hikûmetê. Kahraman bal kişand li ser dorpêça Abîdeya Mafê Mirovan û Cadeya Yukselê jî diyar kir û ev dorpêça polîsan dijminatiya li dijî mafên mirovan e, li ber abîdeyê hemû kes rastî şîdeta polîsan tên divê dijminatiya ku duh êarê li Qada Sakaryayê hate kirin bi dawî bibe. Kahraman got du divê daxwazên Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça bên qebûlkirin hemû kedkarên ku bi KHK'an ve ji karên xwe hatine avêtin vegerin ser kaê xwe û OHAL bê rakirin. 'SERBEST BERDIN' Platforma Şaxên KESK'ê yê Edeneyê jî ji bo akademîsyen Nûriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça li ber Abîdeya Aştiyê ya li ber Şaredariya Seyhanê hatin cem hev. Li ser navê komê Mehmet Çelîk axivî û diyar kir ku KHK'ên ku hatine derxistin ve 3 hezar û 249 endamên wan bi temamî jî 105 kedkar ji karên xwe hatine avêtin. Çelîk destnîşan kir ku Gulmen û Ozakça di merhaleya krîtîk de hatine girtin û ger ku encameke neyînî derkeve dê hikûmeta AKP'ê berpirisyar be. Çelîk xwest ku Gulmen û Ozakça bên berdan û kedkarên ku hatine îxrackirin jî vegerin ser karên xwe,