Destûr nedan îşkencekar bên girtin 2017-05-24 14:28:05 AMED - Li navçeya Bismilê ya Amedê birayên hev Meshut û Mervan Eşen di bin çavan de rastî îşkenceyê hatibûn. Ji ber îşkenceyê şopa bot û pêlavan li ser bedena wan hat xuyakirin. Di rûniştina dozêde parêzer xwest polisên îşkencekar bên girtin, lê ev daxwaza parêzer hat redkirin. Di 3'ê Nîsana 2013'an de li Lîseya Teknikê ya Anadolu ya Navçeya Bismilê ya Amedê di pevçûnekê de polîsan birayên bi navê Meshut û Mervan Eşen binçav kiribûn û di bin çavan de li wan îşkence kiribûn. Piştî îşkenceyê li ser bedena Meshut Eşen şopa bot û pêlavan mabû. Piştî bûyerê parêzeran der barê polîsên bi navê M.E.K., H.A. û A.T. yên îşkence kiribû doz vekirin. Rûniştina doza polîsan li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Dozger der barê polîsên ku bi sucdariya "peywira xwe xerab bikar aniye" û "Bi qasi hestiyan bişkîne îşkence kiriye" tawanbar kir heta 15 salan ceza xwest. Di rûniştina dozê de polîsên bersuc amade nebûn. Mexdûr Meshut Eşen û parêzerên wî amade bûn. Nûnerê TÎHV'ê yê Amedê prz. Barış Yavuz jî tev li dozê bû. Meshut Eşen disa îfadeyên xwe yên berê dubare kir û xwest polîsê îşkencekar bê darizandin û girtin. Parêzerê Eşen jî Senem Doganoglu jî parastin kir û xwest polîsên ku serbest tên darizandin bên girtin û cezakirin. Prz. Doganoglu, anî ziman ku Polis M.A. ji her tişti agahdar e û xwest polîsê şahid Î.B. jî wekî şahid bê guhdarkirin. Doganoglu, anî ziman ku hêj bersuc serbest digere bê berdan. Heyeta dadgehê jî daxwaza parêzer red kir û xwest kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Rûniştina dozê taloqî meha cotmehê hat kirin.