Barzanî: Em krîza mirovî, aborî û ewlekariyê dijîn 2017-05-24 15:26:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li xwe mikûr hat ku Herêma Kurdistanê krîzeke aborî, ewlekarî û mirovî re derbas dibin. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevlî konferanseke zanistî ya Zanîngeha Kurdistanê Hewlêrê bû û di konferansê de got: “Em krîzeke aborî, ewlekarî û mirovî dijîn.” Barzanî têkiliya Herêma Kurdistanê ya li gel hikûmeta navendî ya Iraqê jî şiband xwediyê malê û kirêcî û got: “Cîrantiya me ya li gel Bexdayê têkiliyeke xwediyê malê û kirêciye.” Barzanî her di heman axaftina xwede got, wan weke hikûmeta herêma Kurdistanê pêşî li hatina penaberan ya ji bo herêmê negirtine û got: “Me ne hatina penaberan astengkiriye, ne jî di ti rewşê de serî li şîdetê da ye.” Barzanî her wisa îşaret bi serxwebûna herêma Kurdistanê jî kir û got: “Em nabêjin serxwebûn, darkê sêhrêye û wê her tiştî çareser bike. Lê, rêya raste û niha jî derfetên pêkhatina wê, li Kurdistanê heye.” Barzanî kirasê demokrasiyê li şerê desthilatiyê û krîza siyasî ya di navbera partiyên Kurd de kir û got: “Nakokiyên aliyên siyasî qet bi dawî nabe. Ev jî beşek ji demokrasiyêye. Em dikarin bi hevgirtinê li hember pirsgirêkan rawestin.”