Daxwaza Kemal Gun qebûl kirin: Dê piştî 200 rojan bigêje axa Hozatê 2017-05-24 17:10:10 DERSIM - Kemal Gun ku ji bo hestiyê kurê xwe Murat Gun ê di êrîşê hewayî de jiyana xwe ji dest da 90 rojin di greva birçîbûnê de ye, daxwazên wî qebûl bûn. Cenazeyê Murat Gun, dê piştî 200 rojan bigêje axa Hozatê. Di 7'ê mijdara 2016'an de li Geliyê Çatê di êrîşa hewayî de Murat Gun jiyana xwe ji dest dabû. Piştî dewletê hestî neda Kemal Gun dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir 90 dojin ji bo hestiyê kurê xwe bistîne di ber xwe dide. Bav Kemal Gun ku 200 rojin li pey hestiyê kurê xwe ye, piştî roja 200'an dê hestiyê kurê wî Murat Gun li navçeya Hozatê ya Dersimê bê defin kirin. Heyeta di 17'ê Gulanê de bi walî û dozgeriye re hevdîtin kiribû, soz ji walî û dozger girtibûn ku hestiyê Murat Gun teslîmî bav Kemal Gun bikin. Lê Kemal Gun jî diyar kiribû ku heta hestiyê kurê xwe negire dest ji çalakiyê bernade. Walî û Qeyûmê Şaredariya Dersimê Osman Kaymak piştî heft rojan îro bi zabiteyan ve ji Kemal Gun ê ku 90 roj in ji bo hestiyê kurê xwe bigire di greva birçibûnê de ye re agahiya "hestiyên kurê te li şaredariyê ye were bigire" şand. Li gel ku soz hatibû dayîn hefteyeke hestiyên Murat Gun di karkoya PTT'ê de tê rawestandin. Walî Kaymak ê ku di heman demê de qeyûm e zabite şand cem Gun û xwest bê şaredariyê û hestiyên kurê xwe bigire. Xizm û parêzerên Gun ji bo hestiyan bigirin çûn hestian bigirin. Le walîtiyê bazariya hestiyan kir û got: "Em dê hestiyan bidin, lê hûn nikarin li Dersimê defin bikin. Keça Gun Beyhan Gun û Parêzera malbata Gun Engin Gokoglu ji bo hestiyan bistinin çûn bi Walî-Qeyûm re hevditin bikin. Prz. Gokoglu û keça Gun Beyhan Gun piştî hevdîtinê daxuyanî dan û gotin: "Me bi walîtiyê re hevdîtin kir. “Walî got ew dê hestiyan bidin, lê divê li Dersimê defin nekin. Ger hûn li Dersime defin bikin em dê li gora bêkesan defin bikin. Ev daxuyanî j bo bavê ku 90 rojin di grevê de ye tê wateya "An hûn dê li gorî daxqazên me defin bikin an jî hûn dê bimirin. Piştre der barê hevdîtinê Parêzerê Gun agahî da bavê Murat Gun Kemal Gun. Parêzer û keça Gun dîsa ji bo bi walîtiyê re hevdîtin bikin çûn şaredariya Dersimê. Têkildarî stendina cenaze Buroya Hiqûqê ya Gel daxuyanî da. Parezeran diyar kirin ku di heftina bi Walîtiyê de walî diyar kiriye ku bi şertê li Dersimê neyê defin kirin dê cenaze bidin. Piştî keça Kemal Gun û parêzerê malbata Gun agahî dan Kemal Gun dîsa derbasî şaredariyê bûn. Kaymak di ziyareta dawî de daxwazên Kemal Gun qebul kir. Malbata Murat Gun dê sibê cenazeyê Murat bigirin û li navçeya Hozatê defin bikin. Walî der barê definkirina cenaze ya ku bibin cemxaneyê û piştre bibin li Hozate defin bikin girtek da îmzekrin. Kemal Gun ê 90 rojin di çalakiya grevê de ye û daxwazên wî hatin qebûlkirin, diyar kir ku dê bi daxuyaniyekê çalakiya xwe bi dawî bike.