Li ser endamên DAÎŞ'ê krokiya elewiyan derket: Walî jî xwest elewî tedbîrên xwe bigirin 2017-05-24 17:40:05 ENQERE - Waliyê Enqereyê Ercan Topcan, piştî hefteya borî 2 endamên DAÎŞ'ê hatin kuştin li ser wan krokiyên aydî HBVAKV’a derket holê. Li ser vê yekê Walî bi mûnerê elewiyan re civîn pêk anî û xwett elewî ewlehiya xwe bistînin. Piştî li hefteya borî 2 endamên DAÎŞ'ê hatin kuştin, Waliyê Enqereyê Ercan Topaca bi saziyên elewiyan re civîn pêk anî. Walî di saetên nîvro de bi nûnerên elewiyan re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtine de Sekreterê Giştî yê Federasyona Alevi Bektaşi (ABF) Müslüm Genç, Serokê Giştî yê Komeleya Çandaê ya Pir Sultan Abdalê (PSAKD) Gani Kaplan, Serokê Giştî yê Komeleyên Çanda Elewiyan (AKD), Dogan Demir û Serokê Giştî yê Vakfa Çanda Anadolu ya Haci Bektaş Veli (HBVAKV) Tuncer Baş amade bûn. Dîsa di civînê de Cîgirê Midûrê Polîsan ê Enqereyê, Fermandarê Cendirmeyan ê Bajar ê Enqereyê, Waliye Enqere û Cîgirê Waliyê Enqere amade bûn. Hat diyar kirin ku li ser 2 endamên DAÎŞ'ê yên hefteya borî li Enqereyê hatin kuştin krokiya HBVAKV ya li Dîkmenê hatibû dîtin. Serokê Giştî yê PSAKD'ê Gani Kaplan, bi dihaberê re parve kir. Kaplan, diyar kir ku berê qanalên polîsan û walîtiyê hişyariyên wekî gefan li wan dixwar û wiha got: "Berê digotin baldar bin tedbîrên xwe bigirin. Lê niha Walîtiyê pêşniyarên şênber kirin. Walîtiyê xwest em personelen xwe yên ewlehiyê bistînin. Xwestin em personelên ewlehiyê ji şaredariyê bigirin û xwest em cîhanêz x-ray bistînin. Kaplan, anî ziman ku berê her dem digotin detbîr bigirin û wiha got: "Niha Tirkiye di bin rîska şerê navxeyî deye. Cemxaneyek ji bo bombageran ne gefa şerê navxweşî ye. Lê piştî cemxaneyekê bombekirina mizgeftekê ji bo me rîsk e. Me diyar kir ku tedbîr û rêgirtina pêşiya van tehdîtan karê dewletê ye.