Kemal Gun çalakiya 90 rojan bi dawî kir: Ez gihiştim hestiyê kurê xwe kêfxewş im 2017-05-24 17:55:59 DERSİM - Bavê Murat Gun Kemal Gun ku ji bo hestiyê kurê xwe bigire 90 rojin li ber Peykerê Seyid Riza di çalakiya grevê de bû, piştî gihişt hestiyê kurê xwe dawî li çalakiyê anî. Gun wiha got: “Piştî berxwedana 90 rojan gihiştim hestiyê kurê xwe. Ez kêfxweş im." Li Geliyê Çetê yê Dersimê di 7'ê Mijdara 2016'an de balafirên şer bombe barandibûn. Di encama êrîşa hewayî de Murat Gun jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê bavê Mûrat Gun Kemal Gun ji bo hestiyê kurê xwe bigire 90 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Kemal Gun, piştî tekoşîna 90 rojan îro gihişt hestiye kurê xwe û bi daxuyaniyekê dawî li çalakiya xwe anî. Hefteya borî heyeta baroyên Amed û Dersimê bi walî û dozger re hevdîtin kirin. Li ser hevdîtinê Walî û Dozger soz dan heyetê ku cenaze di nava 2 rojan de bidin malbatê. Cenazeyê ku Saziya Tipa Edlî 7 roj berê cenazeyê Murat Gun da Kargoya PTT'ê. Piştî 7 rojan cenaze di kargoya PTT'ê de hat hiştin îro cenazeyê Murat Gun gihandin malbatê. Piştî malbatê û walîtiyê li hev kirin ku cenzayê Gun li Navçeya Hozatê ya Dersimê bê definkirin Bav Kemal Gun vegeriya Qada Seyid Riza û li vir daxuyanî da. Gun, diyar kir ku piştî ew gihişt hestiyê kurê xwe dawî li çalakiya xwe tîne û wiha got: "Piştî berxwedana 90 rojan ez gihiştim hestiyê kurê xwe. Ez kêfxeş im. Hat zanîn ku sibê piştî merasima cenaze dê Gun li nexweşxaneyê razînin.